Tûtinfiroş: Mafê me yê jiyanê ji dest me tê girtin

img

SEMSÛR - Tûtinfiroşên Semsûrê, destnîşan kir ku hikûmetê çav berdaye nanê wan û gotin: "Bi qanûna tûtinê mafê me yê jiyanê ji destê me tê girtin". 

Piştî qanûna jimare 7061 a ket meriyetê, tûtinfiroşan jî bertek nîşan da. Şêniyên bajaroka Bûlamê ya navçeya Çêlikan a Semsûrê, destnîşan kirin ku tenê debara xwe bi tûtinê dikin û gotin, bi vê qanûnê re ne çandina tûtin firotina wê hatiye qedexekirin. 
 
ÇANDINÎ SERBEST E, LÊ FIROTIN QEDEXE YE
 
Cotkar Haydar Buyukbaş, diyar kir ku ji xeynî tûtinê tu dahateke wan tuneye û got, bi vê qedexeyê re dê birçî bimînin. Buyukbaş, anî ziman ku ji ber erdên wan li qelaça ne nikarin sewalvaniyê bikin û got: "Derdora me girtine. Ji xeynî tûtinê em nikarin tiştekî jî biçînin. Em zebe diçnin nabe. Ji xeynî tûtinê pêvtir em nikrin tiîtekî din biçînin. Erdê me yê mein 3 donim e. Heger tûtin baş be, herî zêde 300 kîlo bi dest me dikeve. Dev ji her tiştî berdane niha jî çav berdane tûtinê. Gava tûtin bê qedexekirin îjar wê 5 hezar mirovên li Bûlamê bi ku ve biçin? Wê çi bixwin? Erdê min tuneye. Ez îcare dikim û diçînim. Em 4 kes in, em debara xwe bi tûtinê dikin. Hilberandina tûtinê serbest e, lê firotina wê qedexe ye. Mint itşek jî jê fam nekir. Piştî firotin bê qedexekirin îjar em ê çi bikin jê?" 
  
‘XESPKIRINA KEDÊ YE' 
 
Cotkar Alî Şenses jî bibîr xist ku herêm debara xwe tenê bi tûtinê dike û got: "An bira bi temamî qedexe bikin an jî bila dev ji van pêkanînên kêfî berdin". Şenses, anî ziman ku li herêmê bi milyonan kes debara xwe bi tûtinê dikin û got, çawa pêşî li sewalvaniy girtin niha jî dixwazin li pêşiya tûtinê jî bigirin. Şenses, destnîşan kir ku ya tê kirin zilm e û got: "Ev xespkirina kedê ye". 
 
Şenses, got: "Nahêlin em kîloyeke tûtin jî bibin Meletiyê. Dest datînin ser hemûyan. Wê ev rewşe heta kuderê wiha dewam bike? hem dest datînin ser keda mirovan hem jî ceza li wan dibirin. Wê ev mirov çawa vî cezayî bidin? Wê çawa debara xwe bikin? Em naxwazin nanê me ji dest me derkeve. Bi van pêkanînan mafê me yê jiyanê ji dest me digirin".