Angaşta li Kooperatîfa Kredî ya Çandiniyê 15 milyon lîre pere hatiye xwarin

img

AMED – Li Farqînê 76 cotkarên endamên Kooperatîfa Kredî ya Çandiniyê angaşt kirin ku rayedarên Kooperatîfê kaxizên vala bi wan dane îmzekirin û 15 milyon lîreyê wan xwarine. Cotkar dê giliyê rayedarên kooperatîfê bikin. 

Li navçeya Farqîna Amedê hat angaştkirin ku rayedarên Kooperatîfa Krediya Çandiniyê kaxizên vala bi cotkaran dane îmzekirin û pişt re jî li ser navê wan bi zêdehî gubre û mazot sitendine. Cotkaran da zanîn ku ew mexdûr bûne û û ji bo vê yekê li ber Kooperatîfê kom bûn û xwestin mexdûriyeta wan ji holê rabe. Cotkaran ku angaşt kirin ku 15 milyon lîre pereyê wan hatiye xwarin û ew hatine xapandin û ji bo lêkolînek zelal li kooperatîfê were kirin daxwaza mufetîş kirin. 
 
15 MILYON PERE NEHEQÎ HATIYE DESTESERKIRIN 
 
Ji cotkaran Farûk Eskîcî diyar kir ku 76 cotkarên endamên Kooperatîfê 15 milyon lîre bi awayek neheq hatiye desteserkirin û ew 20 sal in endamê kooperatîfê ye û li saziya endamê wê ne nelirêtî hatiye kirin. Eskîcî anî ziman ku 33 hezar lîre deynî wî wek 120 lîre derbasî qeydan kirine û xwest ji bo vê nelirêtiya hatiye kirin bê zelalkirin divê mufetîş werin lêkolîn bikin. Eskîcî got nelirêtiyê tên kirin di nava salek dawî de hatiye ferqkirin û tevî li ser vê yekê xebat hatiye kirin jî lê tu lêpirsînek nehatiye destpêkirin. Eskîcî da zanîn ku ev salek e mufetîş xwe diewiqînin û xwest mufetîşên nû biçin lêkolînê bikin. Eskîcî got ew ê wek 76 cotkaran giliyê rayedarên kooperatîfê bikin. 
 
Serokê Odeya Zîraatê ya Farqînê Ahmet Çapan jî da zanîn ku heke xebat were kirin dê di encamê de bêûsulî derkeve holê û hacîz danîne ser mala gelek cotkaran. 
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel