Esnafan bertek nîşanî Bazara Şaredariya Akdenîzê da

img
MÊRSÎN – Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê ku di destê AKP’ê de ye, ji ber fikra esnafan li ber çavan negirt û li gorî xwe bazara nû çê kir, esnafan bertek nîşan da. Esnafan bazara nû wekî "Axurê sewalan" pênase kir û bertekên xwe anîn ziman. 
 
Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê piştî ket destê AKP’ê, beyî ku daxwaz û nerînên esnafên bazarê li ber çavan bigire li taxa Şevket Sumerê bazara nû ava kir. Welatiyên ku li bazarê esnafiyê dikin bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku wekî axurê swelan e. Esnafê 29 salî Seyfi Adiyaman, anî ziman ku dezgehên hatine avakirin ne li gorî daxwaza wan e û ji hevî û daxwaza wan re nebûye bersîv. Adiyaman, xwest demek berî demekê dezgehan dîsa biguherînin û li gorî pêdiviyên bazarvanan çêkin. Adiyaman, da zanin ku bazar dişibe axurê sewalan û wiha got: "Madem çêkirin bila tiştekî baş û rast çêkiribûna. Ji ber 6 mehin bazar tê nûkirin êdî em nikarin tiştekî bifiroşin. Em di aliyê aboriyê dezerarê dibînin."
 
Esna Alaattin Batur û Ekrem İslak jî anî ziman ku ev dezgeh têrî wan nayê û dê bi vî awayî nikaribin li vir bazarê bikin.