Li ser biryrara grevê MESS'ê pêşniyara zemê derxist ji sedî 10'an

img
STENBOL - Sendîkaya karsazan MESS ku daxwaza zemê ya 130 hezar karkerên metalê paşguh dike, li ser biryara grevê ya Sendîkaya Yekbûyî ya Metal-Îş'ê, pêşniyara xwe ya zemê ku di hevdîtinên TÎS'ê de weke ji sedî 8 anîbû ziman, derxist ji sedî 10'an.  
 
Hevdîtinên di navbera Sendîkaya Yekbûyî ya Metal-Îş û Sendîkaya Pîşekarên Metalê ya Tirkiyeyê (MESS) de ku li ser Peymana Komkarî (TÎS) ya 130 hezar karkerên metalê dihewîne nav xwe, hatibûn kirin, bê encam mabûn. Li ser vê yekê  bi deh hezaran karkeran li Bûrsa û Gebzeyê mitîng li dar xistibûn.  Sendîkaya Yekbûyî ya Metal-Îş'ê di mitîngê de ragihandibû ku heke daxwazên wan neyên qebûlkirin dê di meha sibatê de biçin grevê. 
 
Li ser biryara grevê, MESS'ê îro daxuyaniyek weşand û pêşniyara xwe ya zemî ya ji sedî 8'î derxist hi sedî 10'an. 
 
MESS'ê bi bîr xist ku Turk Metal û Ozçelîk-Îş'ê ji bo 6 mehên destpêkê ji sedî 26 û Sendîkaya Yekbûyî ya Metal-Îş'ê jî ji sedî 34 zem daxwaz dikin û li dijî van daxwazan derket.