'Berpirsiyarê Întîxarê Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen e

img
STENBOL - Piştî şaredariya Uskudarê karker ji kar avêtin, Recep Kiliçarslan ji ber ku betal ma û dîsa nekarîbû li karê xwe vegere întîxar kir. Hevalên Kiliçarslan, ji bo helwesta şaredariyê şermezar bikin çalakî li dar xistin û gotin: "Berpirsiyarê întîxarê Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen e." 
 
 
Şaredariya AKP’î ya Uskudarê piştî hilbijartina 31'ê Adarê, bêyî hincet nîşan bide 150 personel ji kar avêt. Piştî şaredariyê karker ji kar avêt Karker Recep Kiliçarslan întîhar kiribû. Hevalên Kiliçarslan ên ji kar hatin avêtin çalakî li dar xistin û helwesta şaredariyê şermezar kirin. Karkre li pêş şaredariyê kom bûn û daxuyanî dan. Rêveberên HDP, ESP, Parçiya Çep, Sendîkaya Genel-îş û xwendekarên zanîngehê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Şaredariya Uskudarê dê hesabê hevalêm me bide." “Ciwan li cem kedkarên berxwedêr e" vekirin û dowîzên “Tu dê tu carî bi tenê nemeşe" û “Yekîtiya karkeran dê serokan têk bibe" rakirin. 
 
Endamê koordînasyona Îşçiyiz.org Emre Ozturk, daxuyani da û wiha got: "Vê întîxarê derewa Şaredarê Uskudarê derxistiye holê. Got '14 karker hatine avêtin'. Lê ne 14 kes bûn. Karkerên şaredariyê yek bi yek hatin avêtin. Tenê berpirsiyarekî întîxaran heye. Ew jî Şaredarê Usdukarê ye. Şaredarê Uskudarê Hîlmî Turkmen berpirsiyar e. Qatilê hevalên me Rêveberên Şaredariya Uskudarê ye."