'Çend rênçber ji ber deynê xwe nedan hatin girtin?'

EDENE - Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, ji bo Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî bi nivîski bibersivîne pirsname da meclîsê. Pekoz, diyar kir ku heta niha çend rençber ji ber deynê xwe nedane hatine girtin û çend karkerên fabrîqeyan betal mane? 
 
Parlamenterê HDP'ê yê Edeneyê Kemal Pekoz, ji bo Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekîr Pakdemîrlî, pirsên têkildarî fabrîqeyên şekir ên hatin firotin, bi nivîski bibersivîne pirsname da meclîsê. Pekoz, diyar kir ku heta niha çend rençber ji ber deynê xwe nedane hatine girtin? û wiha got: "Ji 25  fabrîqeyên şekir ên di bin baneyê Fabrîqeyên Şekir ên Tirkiyeyê de, 14 heb ji wan ji bo arizîkirinê dane îhaleyê û 10 heb di nîsana sala par de hatin firotin. Li aliyekî fabrîqeyên şekir hatin arizîkirin û li aliyê din krîna şekir a ji derve zêde bû. Dîsa sînor danîn ser çandina şekir. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatin weşandin, li Yozgatê Alî Îhsan Yilmaz, ji ber fabrîqeya şekir 800 ton şekirê wî nekirî, pinçarê şekir di nava zeviyê de xera bû. Dîsa ji ber 12 hezar TL deynê krediya xwe neda hat girtin û 25 rojan girtî ma." 
 
Pekoz, ji bo wezîr Pakdemîrlî bibersivîne ev pirs dane meclîsê: 
 
* Di encama arizîkirina fabrîqeyên şekir de, çend karkerên fabrîqeya şekir betal mane? 
* Di encama arizîkirina fabrîqeşan de çend rençber ji ber nekarîbûn deynê xwe bidin hatine girtin? 
* Beriya fabriqeyên şekir bifiroşin, ji bo hilberînerên şekir planek çawa hatiye kirin? 
*Piştî fabriqeyên şekir hatin arizîkirin, ji bo rençberên pinçarê şekir tu planên xebatên we hene? 
* Sedema kotaya pincarê şekir çiye?
* Di 5 salên dawî de çiqas şekir ji derve hatiye kirîn?