Karkerê li kolanan xurdeyan ji çavan û krîzê bêzar e

img

ANTALYA - Karker Ercan Îlter ê ji Amedê koçî Antalyayê kiriye û li vir ji ber xizaniyê li kolanan xurde kom dike û debara xwe dike, hem ji kriza aborî hem jî ji çavên li ser xwe bêzar e. 

 
Li gorî dane û raporên Navenda Lêkolîna DÎSK'ê (DİSK-AR) li Tirkiyeyê 7 milyon û 199 hezar mirov betal in. Rêyeya betaliyê jî ji sedî 20 e. Ji ber krîza aborî li Tirkiyeyê di nava 2 mehên dawî de zêdeyî 20 kesan întîhar kir. Karkerên di destê wan de kar heye jî di nava şert û mercên herî giran û bê ewle de kar dikin. Li gorî rapora Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Kargeran (ÎSÎGM) di meha Mijdarê de herî kêm 126 karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di 10 mehên ewil de jî 1606 karker bûn qurbana kar. Bi sed hezaran karkerên ku karên giran dikin di qeydan de navê wan tune û ji betalan nayên hesibandin. Bi taybetî li metrepolên Rojava Kurd û penaber di nava şertên giran de û bê sîgorta kar dikin. 
 
Li Antalya jî bi sedan karker li kolanan karên giran û bê ewle dikin. Karkerên kolanan li ser çopan hesin, têl, sifir, teneke, plastîk, karton, kaxiz û berhemên din kom dikin û difiroşin. Hin karker şev nivê şevê vî karî dikin, hin karker jî beriya roj hilê ji çopan berheman kom dikin. Karkerên berhemên bermahiyan ji çopê kom dikin, tenduristiyawan di xeterê de ye. Yek ji van karkerên li Antalyayê Ercan Îlter e. Ercan Îlter di salên 90'an de ji Navçeya Farqînê ya Amedê koç kir û hat li Antalya bi cih bû. Îlter, ji ber kar bi dest nexist 20 salin li Metrepola Tirkiyeyê karê xurdevaniyê dike û bermahiyan kom dike. Îlter, anî ziman ku di nava şert û mercên pir zahmed de dijîn û debara xwe dikin. Îlter, anî ziman ku gelek kes jê bêmal in. 
 
Karker Mervan Îlter jî anî ziman ku ji ber vî karî dikin, ker kes wan biçûk dibîne û neheqiyê li wan dikin û wiha got: "Hin kes vî karê me wekî karekî şerm dibînin. Me biçûk dibînin. " 
 
Karker Ekrem Durmaz jî anî ziman ku di nava şertên herî xerab de kar dikin û her diçe qezenca vî karî kêm dibe. Durmaz, da zanîn ku ji ber krîza aborî êdî nikarin xwarin jî ji xwe re bistînin.