Bozgeyîk: Sedema herî girîng a krîzê polîtîkaya şer e

img

MÊRSÎN – Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di Mêrsînê de axivî û got: “Krîza siyasî bi ya aborî re bûye yek. Sedema herî girîng a krîzê jî polîtîkaya şer û pevçûnan e.”

Konfedarasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), li Mêrsînê mitînga bi dirûşma “Em dixwazin bi mirovatî bijîn” li dar xist. Bi sedan kedkar ji Edene, Dîlok, Mereş, Nîgde, Konya, Osmaniye û Hatayê beşdarî mitîngê bûn. Kedkar li Meydana Cumhuriyetê kom bûn û heta Meydana Stada Tevfîk Sirri Gur a mitîng lê hat lidarxistin meşiyan. 
 
Li derdora qada mitîngê tedbîrên zêde yên ewlehiyê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Gelek nûnerên partiyên siyasî û konfedarsyonên sendîkayên din jî tevlî mitîngê bûn û piştevanî dan KESK’ê. Pankartên behsa têkoşîn û xebata sendîkayê dike hati hildan û dirûşmên daxwaza mafên kedkaran hatin berzkirin. Di mitîngê de rêz hat girtin û pişt re Berdevkê Demê ya Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mêrsînê Yilmaz Bozkurt di mitîngê de axivî û ji bo ew îqtîdara gel ava bikin wan qadê tije kiriye û banga mezinkirina têkoşînê kir. 
 
‘LI DINYAYÊ KEDKAR DI GREVÊ DE NE’ 
 
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî axivî û ewilî kesên di Komkujiya Mereş û Operasyona 19’ê Kanûnê ya Girtîgehan de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got Tirkiye bûye welatek ku bi komkujiya tê bibîranîn. Bozgeyîk li tevahiya dinyayê kedkar di nava têkoşîn û greva maf û demokrasiyê de ne û her krîzên ekolojîk û avhewa ku diçin zêde dibin ew bi qirkirina çandî re hevrû dimînin. 
 
‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’ 
 
Bozgeyîk anî ziman ku ew ê serê xwe ji AKP’ê re netewînin û wiha got: “Di salên dawî de antî demokratîkbûn zêde bûye. Darbeyên siyasî pêk tên. Van darbe û antî demokratîkbûnê rê li ber krîza siyasî vekiriye. Krîza siyasî û krîza aborî bi hev re bûne yek. Her roja ku diçe krîza aborî kûrttir dibe û me dadiqûrtîne. Sedema herî girîng a van krîzan jî polîtîkayên şer û pevçûnan e. Tu tiştek ji bo feqîr, kedkaran nayê kirin, hemû butçe ji bo şer tê veqetandin. Fatûreya krîzê jî ji gelê feqîr re dibirin. Em dikarin bi têkoşînek giştî giştî û bi hev re van tengasiyan û krîzan ji ser xwe biavêjin.” 
 
Mitîng li ber stranên Grûp Marksîst bi dawî bû.