Ji Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê banga mitîngê

img

AMED / MERSÎN - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, banga tevlîbûna mîtînga ku dê roja yekşemê bi şîara "Ji bo jiyaneke mirovî û aştiya civakî em demokrasiyê ava bikin" bê lidarxistin kir. 

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, dê di 22'ê Kanûnê saet 12.00'an de bi şîara "Ji bo jiyaneke mirovî û aştiya civakî em demokrasiyê ava bikin" li Qada Stasyonê mitîng li dar bixe. Platformê, têkildarî mitîngê li Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Sen'ê ya Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de destpêkê Serokê Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Sen'ê ya Amedê Abbas Şahîn axivî. Şahîn, bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn da û qala polîtîkayên şer û binpêkirinên mafên mirovan ên ji ber van polîtîkayan kir. Şahîn, di dawiya axaftina xwe de banga mitînga ku li dar bixin li amediyan kir. 
 
'HEKE ABORÎ BAŞ BE ÇIMA REKORÊN BÊKARIYÊN TÊN ŞIKANDIN'
 
Piştî Şahîn Hevseroka Giştî ya KESK'ê Aysûn Gezen jî axaftinek kir. Gezen, diyar kir ku jiyan ji bo kesên ku bi keda xwe debara xwe dikin her roj zehmettir dibe û wiha got: "Ji ber zehmetiyên debarê nikarin nan bibin mala xwe û ji neçarî dawî li jiyana xwe tînin. Dibêjin bêkarî tuneye û aborî baş e. Heke aborî baş be çima rekorin bêkariyê tên şikandin. Gelo çima mirov ji ber bêkariyê, xizanî û deynan dawî li jiyana xwe tînin. Ji me re bi derewan qala mezinbûnê dikin. Heke em mezin dibin, gel o çima em kedkarên ku van nirxan hildiberînin pay ji mezinbûnê nagirin. Tundiya li ser muxalîfan zêde bûye. Anîna ziman a rastiyê bi tundiyê tê bersivandin. Em ji bo anîna ziman a van pirsgirêkan li qadan bin."
 
LI MERSÎNÊ JÎ BANGA TEVLÎBÛNA MITÎNGÊ HAT KIRIN
 
Li aliyê din Şaxa Sendîkaya Karkerên Xizmetên Giştî ya Tirkiyeyê (Genel-Îş) ya Mersînê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî ji bo mitînga KESK'ê ya Mersînê ku sibê li Qada Tevfîk Sirri Gur bê lidarxistin, daxuyanike çapameniyê da. Serokê Şaxa Genel-Îş'ê ya Mersînê Kemal Goksoy, diyar kir ku divê karker û kedkar li dijî bêadeletî, bêkarî û bêhiqûqiyê bên gel hev û banga tevlîbûna mitîngê li mersîniyan kir. Goksoy, destnîşan kir ku weke DÎSK'ê bi awayekî girseyî tevlî mitîngê bibin.