Ûyar: Şaredarî dikarin kooperatîfên enerjiyê ava bikin

img

AMED - Hîndekarê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Tanay Sidki Ûyar, ji bo pêdiviya bi enerjiyê ji dêvla bendavên ku zirarê didin xwezatê û mirovahiyê enerjiya bayê pêşniyar kir û got: "Rêveberiyên herêmî bi avakirina kooperatîfên enerjiyê dikarin pergaleke enerjiyê ava bikin". 

 
Serokê Yekîtiya Enerjiya Venûker ya Tirkiyeyê û Hîndekarê Zanîngeha Marmarayê Prof. Dr. Tanay Sidki Ûyar, anî ziman ku ji dêvla bendavên ku deverên dîrokî ên wekî Heskîfê texrîb dikin, enerjiya ba û tavê heye û got, bêyî rêbazee şerî jî mirov dikare enerjiyê peyda bike. 
 
Ûyar, destnîşan kir ku di peydakirina enerjiyê de êdî dewra bendavên mezin, nukleerên mezin û santralên komiran bi dawî bûye û got: "Li cîhanê, li welatên kapîtalîst ên dewlemend û li welatên wekî me çareya ewil hilberandina enerjiyeke hindik e. Di avakirina avahiyanî di çûnhatinêî di karê çandiniyê de heta ji dest tê divê enerjî hindik bê xerckirin. Ev jî êdî ji tav û bayê bi erzanî tê peydakirin. Êdî wê li tu devereke cîhanê petrol, gaza xwezayî û komir neyê bikaranîn. Çimkî tav heye, ba heye, jeotermal heye û biyoenerjî, bermayiyên daristan û çandiniyê, çop hene. Pergalên bi vî rengî hene. Tişta em jê re dibêjin biyoenerjî ev e".
 
Ûyar, destnîşan kir ku hîdroelektrîk zirareke mezin dide xwezayê û mirovahiyê û got: "Heger tu rabî bendekê deynî ber avê û bendavê çê bikî, di asasê xwe de tu pêşî li ber herikbariya xwezayê digirî û tu bedewiyên li xwezayê dikujî. Bi ya min ava çeman tenê divê ji bo ava vexwarinê û çandiniyê bê bikaranîn. Divê li kêleka van çeman çêkirina santralên termîk, çêkirina ocaxan, çêkirina fabrîkayan bê qedexekirin. Çimkî ava ji wir digirin heger jehrî bûbe, ev yek derbasî nebatan jî dibe. Ji nebatan jî derbasî mirovan dibe. Ji ber vê li her derî pençeşêr li mirovan peyda dibe". 
 
MODELÊN DESTEKÊ 
 
Ûyar, hişyar kir ku ji bo enerjiya erzan divê rêveberiyên herêmî pşengiyê bikin û got: "Şaredarî divê xwe bi komir, xaz û petrolê ve girê nedin. Pêdiviya wê bi çi hebe divê li gor wê peyda bike. Li bajêr divê ji bo mirovan bibe mînak. Divê teşwîq bike ku mirov li ser avahiyên xwe nerjiya tavê hilberînin. Her wiha ji bo bajêr divê modelên destekê yên ekolojiyê ava bike. Welatî bi tena serê xwe nikarin vê bikin. Rewşa li bajêr çi ye? Kîjan çavkanî li ku çawa tên bikaranîn? Ev yek çawa çê dibe? Divê armanca wan enerjiya venûker be û plana xwe bê kêmasî pêk bîne. Çi qas zû çê bike ew qasî zirar kêm dibe". 
 
KOOPERATÎFÊN ENERJIYÊ 
 
Ûyar, ji bo vê bal kişand ser mînaka Danîmarkayê û got: "Li Danîmarkayê, li her bajarokekê kooperatîfek heye. Kooperatîfên, armanca wan ne kar û qezenc. Lê welatiyên li bajarokan endamên wê ne. Pêdivî bi çi heye? Pêdivî bi germkirinê, bi ceryanê heye. Pêdiviya cotkaran bi gubre heye. Kooperatîf çi dike? Bêyî qezencekê bike ji bo wî bajarî vê xizmetê dike. Cotkar, bermayiyên heywanan top dikin. Zelqa mirîşkan, bişkulên pez. Ev bi awayekî rêkûpk tên topkirin. Û tev bakteriyên em ji wan re dibêjin anaerobîk fermantasyonê, 21 rojî tên hêrandin. Bakterî wan dixun, gaza waê cihê dikin, ê mayî dibe gubre. Hûn wî gubreyî bi vî awayî bi kar tînin. Divê bê şewitandin, ji xwe ev di wî karî de tê kirin û gaz ji wir dertê. Her wiha gubre jî tê veqetandin. Vî gubreyî dîsa li cotkaran belav dikin. Ji gaza wê jî ji gaza em jê re dibêjin metan ceryanê çê dike. Bi boriyan tiştekî navendî çê dike, ev germahî digihê her malê. Û ceryanê jî dide û vê yekê bi erzanî dike. Her bajarok, xwe kontrol dike. Mesela gava li bajarokeke din ceryan bi 5 krona bê hilberandin, dibêjin çima li bajaroka me bi 6 krona ye. Yanî kontroleke bi vî awayî. Kooperatîfên enerjiyê wiha ne. Tu armanceke wan î kar û qezencê tuneye." Ûyar, bilêv kir ku bi vî awayî pêdiviya wan ne bi petrola Rojhilata Navîn ne jî bi gaza Ûkraynayê çê dibe û got: "Û ne hewce ye bi kesî re şer bikin. Ev ji bo her kesî azadî, ji bo her kesî aştiyê bi xwe re tîne. Bi ser dibe dibe cihê îstihdameke herêmî jî. Mirov li bajarên xwe dixebitin. Li cihê cih hildiberînin û pêdiviya wan bi tu kesî tuneye. Nabin mehkûê hin kesên din. Lê belê ji bo ev yek hêsan bibe divê di bin banê rêveberiyên herêmî de pergaaleke enerjiyê bê avakirin. Gava em vê bikin em ê aram bibin". 
 
MA/ Lezgîn Akdenîz