Nûnertiya DÎSK'ê ya Egeyê: Bila heqê herî kêm 3 hezar û 200 TL be

img
ÎZMÎR - Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Egeyê Memîş Sari, xwest heqê herî kêm 3 hezar û 200 TL bê diyarkirin û bacê ji karkeran nestîne. 
 
Nûnerê Konfederasyona Sendîkaya Karkerên Şoreşger (DÎSK) yê Herêma Egeyê Memîş Sari, der barê buhayê heqê herî kêm ya sala 2020'an li Qada Konakê daxuyanî da. Sari, anî ziman ku heqê herî kêm li Tirkiyeyê pirsgirêka milyonan e û wiha got: "Di salek dawî de zema hatiye ser av, ceyran, xaza xwezayî û kaxizên fermî ew di nava qriza aborî de fetisandine û wiha got: “Em li dijî qrîzê şer dikin. Bi salan e xebatkarên bê par dixebitin, karker û kesên teqawît nikarin xwe ji fatûreyên bacê rizgar bikin û fatûra qirîzê didin. Di sala 2016'an de heqê herî kêm 430 dolar bû. Lê di sala 2019'an de 357 dolar e. Sal bi sal hêza karker û kedkaran a pêdiviyên xwe bistîne kêm dibe. Divê heqê herî kêm 3 hezar û 200 tl be. Dîsa divê bacê ji karker û kedkaran nestînin."