'Şer aboriya me têk dibe’

img

MÊRSÎN – Mêrsîniyan dan zanîn ku êrişên Tirkiyê yên li dijî Rojava krîza aborî kûr kiriye û gotin: “Çi karê me heye li Sûriyê? Ev şer aboriya me têk dibe.” 

Li Tirkiyê her ku diçe rewşa aborî xerab dibe û krîzê li her tiştî xistiye. Her tişt biha dibe û însan nikarin destê xwe li berîka xwe bixin û tiştekî bikirin. Welatiyên li Mêrsînê anîn ziman ku êrişên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa aborî ya li welat nebaş kiriye û zêdebûna eflasyon û bêkariyê û her roja ku diçe zemên tên kirin hêza kirînê qedandiye. 
 
Faruk Demîrkol bal kişand ser bandorên krîzê û got: “Ji bo rewşa aboriyê baş bibe divê îktîdar biguhere. Ez di karek bêsîgorta de dixebitim. Ez bi meaşek hindik dixebitim. Kar tine ye. Krîz heye. Ez ji malê bi 70 lîreyî derdikevim heta têm malê 7 lîre di berîka min de namîne. Însan dema li derve birçî dibe nikare xwarin jî bixwe. Halê me xerabe. Di mehên dawî de rewş xerabtir bûye.” 
 
‘ÇI KARÊ ME HEYE LI SÛRIYÊ?’ 
 
Demîrkol bal kişand şerê li dijî Sûriyê hat destpêkirin û got: “Şerê tê birêvebirin tesîrek mezin li ser aboriyê dike. Dolar biha dibin. Mesrefek mezin tê kirin. Gelek canên me li Sûriyê diçin. Çi karê me li Sûriyê heye? Ji bo Sûriyê çima em şer dikin? Divê ev şer were rawestandin.” 
 
‘KES NIKARE TIŞTEKÎ BIKIRE’ 
 
Samî Aşkaroglu jî anî ziman ku kelûpelên tên zemkirin tesîrek mezin li ser jiyana wan dike û got: “Li Tirkiyê aborî serûbinî hev bûye yanî têk çûye. Kes nikare tiştekî bikire. Her tişt biha bûye. Ev çend sal in ji vê rewşê bi gazin im û bêhêvî me.” 
 
‘ŞERÊ LI SÛRIYÊ ABORIYÊ TÊK BIR’ 
 
Ferhat Yilmaz ê 67 salî ku ji eskeriyê malnişîn bûye jî diyar kir ku di salên dawî de qeweta wan ji tiştekî re nemaye bikirin û rêjeyên enflasyonê kêm nebûye. Yilmaz da zanîn ku ji ber welat baş nayê birêvebirin krîza aborî pêk tê û got: “Her tişt biha bûye. Bidawîanîna krîza aborî zehmet e. Pêdivî bi rêveberiyek baş heye. 7 hezar meaşê xwe zem dikin lê ji sedî 4 zem didin memûran. Ez qet ne bawerim ev rewşa vê aboriyê baş bibe. 15 sal in ez di nava vê bêbaweriyê de me. Şerê li Sûriyê bandorek mezin a neyînî li ser aboriya Tirkiyê dike. A ku aboriyê têk dibe ew şer e. Tu karek me bi Sûriyê tune ye. Çima em diçin li wir şer dikin, çi karê me li wir heye?” 
 
‘MIRIN JÎ BÛYE MESREF’ 
 
Harûn Guvenç (62) jî destnîşan kir ku însan ji ber krîza aborî êdî nikarin simîdek bikirin û wiha got: “Binêrin însan ji ber krîza aborî êdî dawî li jiyana xwe tînin. Yanî mirov dikare bêje ku êdî li Tirkiyê mirin jî bi mesref e. Însan ji ber aboriyê dimirin lê mezinên dewletê vê yekê nabînin.” 
 
BI ABORIYÊ DIKENE 
 
Fadîme Yildiz a malnişî bûye jî anî ziman ku li bazarê her tişt biha bûye û tiştek ew ji bo aboriyê bêje nîne û tenê ew bi rewşa aboriya Tirkiyê dikene. 
 
‘ÎNSAN FEQÎR DIBIN’ 
 
Zuhre Akkoca ya malnişî bûye jî ji ber aboriyê însan feqîr bûne û bal kişand ser bandorên krîza aborî. Akkoca got ji ber şerê li Sûriyê tê meşandin ekonomiya wan têk çûye. 
 
‘15 SAL IN REWŞ EYNÎ YE’ 
 
Songul Alamut jî diyar kir ku ew tenê dikarin pêdiviyên xwe mecbûrî bikirin û ev rewş 15 sal in heye û Serokkomar tenê meaşê xwe biha dike. Alamut got li ber vê rewşa aborî însanek bêhevî be qet nikare bijî.