Tabloya bêkariya li Amedê

img

AMED - Li Amedê ji bo girtina kar a 2 hezar kesî ya ji bo 9 mehan, bi hezaran kes li ber avahiya ÎŞKÛR'ê ketin dorê. Ev yek tabloya bêkariyê ya li Amedê jî raxist ber çavan. Welatiyan got ku bi hêviya ku "bigire" serlêdanê dikin. 

Li Amedê, di çarçoveya Bernameyên Feydeya Civakê (TYP) de dê ÎŞKÛR hezar û 500 peywridarên paqijiyê û 500 jî peywirdarên ewlehiyê, bi giştî 2 hezar karkerî ji bo 9 mehan bigire kar. Ji bo vê yekê ÎŞKÛR'ê dest bi qebûlkirina serlêdanan kir. Dê kesên ku bê girtin li dibistanên di bin sîwana Wezareta Perwerdeya Neteweyî de bên xebitandin. Li ser ragihandina qebûlkirina serlêdanan, bi sedan kes di saetê serê sibehê de berê xwe dan avahiya ÎŞKÛR'ê ya Amedê û ketin dorê. Dem deman di navbera kesên ketibûn dorê de gengeşî derket û ji ber vê gengeşiyê polisan tevdîr girtin. Jin û zilam ji hev cûda ketin dorê. Gelek kes bi zarokên xwe biçûk hatine serlêdanê. 
 
'BI HÊVIYA KU BIGIRE HATIM'
 
Mehmet Nûrî Demîralp ku ji bo serlêdanê ketiye dorê diyar kir ku saet ji 06.00'ên serê sibehê ve di dorê de ye û wiha got: "Ez debara malbatek ku ji 9 kesan pêk tê dikim. Tenê 2 mehên havînê paletiyê dikim û wekî din tevahiya salê vala dimînim. Bi hêviya ku li ÎŞKÛR'ê kar bibînim ketime dorê. Ez ê ji bo paqijiya dibistanan serî lê bidim lê piranî dê kesên bi torpîl bigirin. Ez jî bi hêviya wekî ya Sayisal Lotoyê ku bigire hatim."
 
'MIROV NIKARIN KIRÊYÊN XWE BIDIN'
 
Mehmet Nûrî Kaymaz jî destnîşan kir ku ji 18 saliyan bigire heta 50 saliya herkes ji bo serlêdana kar ketiye dorê û ev tişt anî ziman: "Divê li Amedê pirsgirêka bêkariyê demildest bê çareserkirin. Divê ku kargehên li herêmê neyên girtin. Hin mirov nikarin kirêyên malên xwe jî bidin. Kar tuneye, em ê çibikin? Gelo em diziyê bikin?"
 
'DÊ SERLÊDAN HETA 25'Ê ÎLONÊ BIDOMIN'
 
Hat hînbûn ku dê serlêdan heta bidawîbûna saeta mesaiyê ya roja 25'ê Îlonê berdewam bikin.