Karkerên înşaetê: Sektora înşaetê xelas dibe

img

STENBOL – Karkerên înşaetê, diyar kirin ku li Tirkiye sektora înşaetê hatiye asta xelasiyê û wiha got: “Kar tune, karkerên betal, ji ber tunebûna kar li kahvexaneyan vala vala wext derbas dikin." 

 
Li Tirkiye betalî û xizanî her ku diçe zêde dibe. Krîza aborî herî zêde bandora xwe li ser karker û malbatên xizan dike. Ji ber krîza aborî gelek fîrma, şîrket û karên înşaetê hatiye ber qedandinê. Li gorî Rapora Sektora Înşaetê ya 2019'an ku ji aliyê Sendîkaya Karsazan a Pîşesazên Înşaetê ya Tirkiyeyê ve hat weşandin, Hasilaya Nava Welat (GSYH) bi rêjeya 2,6  kêm bûye. Li gorî raporê di destpêka 2018'an de di sektora înşaetê de 2 milyon û 155 hezar karkeran kar dikir. Di destpêka 2019'an de jî sektora înşaetê 1 milyon 611 hezar karker kar dikin. Ev jî nîşan dide ku rêjeya betaliyê 500 hezar karker kêm bûye. 
 
Sektora Betona Amade duh raporek aşkere kir. Di raporê de diyar dike ku li gorî tebaxa 2018'an di sektora înşaetê de rêje daketiye. Karkerên di sektorê de kar dikin bal kişandin ser krîza aborî ku çawa bandora xwe li ser karê înşaetê dike. 
 
'LI TIRKIYE KARÊ ÎNŞAETÊ XELAS BÛYE
 
Karkerê înşaetê yê ji Tirkiye çû Herêma Kurdistan a Federe Abdurrahman Karahan, diyar kir ku li Tirkiye piştî krîza aborî sektora înşatê jî têk çû û wiha got: "Li Tirkiye yewmîye bi 150 lîra ye, lê li Başûr bi 50 dolarî ye. Em karker niha li otelê dimînin. Li Tirkiye sektora înşaetê xelas bûye. Niha hemû karker berê xwe didin herêma Başûrê Kurdistanê. Ger ku înşaet tune be em betal in." 
 
 
'FÎRMAYÊN MEZIN XWE VEKIŞANDIN'
 
Karker Mahsun Gundeş ku 3 meh berê ji Ametê hat Stenbolê û niha di fîrmayekê de kar dike, diyar kir ku karê înşaetê pir kêm bûye û wiha got: "Gelek fîrmayên mezin xwe paşve kişandin. Recep Tayyip Erdogan sektora înşaetê xelas kir. Niha hemû alav û amûrê înşaetê bi dolaran tên firotin. Ji ber vê yekê zerar dikin. Her ku diçe betalî û xizanî zêde dibe." 
 
Karkerê înşaetê Vedat Karahan jî anî ziman ku piştî dolar zêde bûn malzemeyên înşaetê jî ji sedî 100 zêde bûn û wiha got: "Berê di karê înşaeta TOKÎ'yan de dema dolar bi 4 -4.50'an bû, di îhaleyê de serê metrekareyê 6 TL bû. Lê piştî dolar zêde bûn, kar xelas bû. Gelek sektor êdî kar nakin. Salek berê piştî kar kirin herî kêm 5 rojan dereng dida wan. lê niha 15  roj şûnde heqê me didin me.  Li Tirkiye heqê kedê tune ye. Li Sirbîstan, Ukrayna, Gurcistan û Rusyayê karker bi saetan kar diktin. Lê li vir ne wisa ye. Li welatên Ewropa osta saetê bi 7 Euro kar dike. Li Cezayir û Irakê karker herî kêm bi 45- 50 dolaran kar dikin. Lê li Tirkiye heqê kedê tune ye. 
 
MA / Îrfan Tuncçelik