Ji ber roja şemiyê hala zebze û fêkiyan girtiye fiyet du qat zêde dibin!

img

MÊRSÎN – Bazarvanên li Mêrsînê, diyar kirin ku ji ber roja şemiyê kompleksa halê girtiye fiyat du qat zêde dibin û xwestin ev mesele bê helkirin. 

Bazarvanên li Mêrsînê, diyar kirin ku ji ber roja şemiyê Kompleksa Halê ya Zebze û Fêkiyan girtiye, fiyet du qat zêde divin û xwestin ev mesele bê çareserkirin. Serokê Bazara Herêma Sisêyan a Mêrsînê Ferdî Guzel, anî ziman ku li 81 bajaran komleksên halan roja yekşemê girtîne, lê belê li Mêrsînê roja şemiyê girtiye. 
 
Guzel, bilêv kir ku ji ber biryara rêveberiya halê komîsyonvan ev yek ji xwe re kirine firsend û got: "Komîsyonvana malê bi lîreyekê bi lîre û nîvê difiroşin. Em jî ji ber kuhal girtiye ji mecbûrî van malan dikirin. Ji ber mal ên du rojî ne kevn in û biha ne. Mişterî jî gilî dikin. Ev mehek du meh e pirsgirêkek wisa heye. Em çûn cem walî û şaredar lê belê dîsa jî nehat helkirin." 
 
'EM DIXISIRIN'
 
Guzel, bilêv kir ji bo vê wan çalakiyek li dar xistiye û xwest hal roja şemiyê vekirîbe. Her wiha esnaf Îdrîs Kamal jî got: "30 sal in bazarvan im. Lê belê min tiştekî wisa lit u derê nedîtiye. Tenê li Mêrsînê roja şemiyê hal girtiye û ev yek bi kêrî 4-5 komîsyonvana tê. Di vî sê rojî de em pir xisirîne. Ev yek etsîrê li mişteriyan jî dike. Mişterî tim dibêjin, ji bo çi zebze û fêkî biha ne. Em rewşê ji wan re dibêjin. Ew jî diçin Şaredariay Bajarê Mezin gilî dikin. Hezar û 500 kes ji ber 3 kesan mexdûr dibin." 
 
Esnaf Sabahattîn Ozdemîr jî xwest ev mesele bê helkirin.