Ne cotkar dikare hilberîne, ne jî bazarvan dikare bifiroşe

img
 
SÊRT - Esnafên bazara Sêrtê, bilêv kirin ku 20 sal in wekî niha serdemeke wisa zor ûz ehmet nedîtine û gotin: "Ne cotkar dikarin hilberînin ne jî em dikarin bifiroşin." 
 
Li Tirkiyeyê hejmara kesên ji ber krîza aborî mexdûr dibin her diçe zêdetir dibe. Li Sêrtê jî esnafên bazarê, diyar kirin ku ji ber lêçûn zêde bûne û ji ber pere bi kesî re nemaye rewşa wan nebaş e. Esnafan, anî ziman ku êdî mehê bi qasî meaşê kêmtirîn jî bi dest wan nakeve. 
 
COTKAR NIKARIN HILBERÎNIN 
 
Esnaf Racî Çelîk, anî ziman ku ji ber krîza aborî îsal kesê xweşikî Qawinê Cefan ku li herêma wan şîn tê daneniye û got, hefteya borî wan ev qawin bi lîreyekê difirot lê belê niha bûye 3 lîre. Çelîk, bilêv kir ku 20 sal in esnaftiyê dike, lê belê ev du hefte ye rewşa karê wî qet nebaş e û got: "Êdî cotkar nikarin hilberînin. He rku maliyet zêde dibin em jî dixisirin." 
 
Kemal Topal ku li bazarê her kes kîloya bacanên sor bi lîre û nîvê difiroşe ew bi lîreyekê difiroşe. Ji ber vê bazarvanên din nerazî ne. Topal, bilêv kir ku ji ber maliyet zêde bûne ew bi vîa wayî dixwaze vê rewşê şermazar bike û got: "Tiştek ji me re namîne. Çimkî maliyet pir zêde bûne. her tişt biha bûye. Ji bo ez karibim qezenc bikim divê ez jî zem bikim. Lê eger ez zem bikim wê kî bikire? Rojê ancax 50-60 TL bi dest min dikeve. Ev mehê nake meaşê kêmtirîn jî." 
 
'EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN' 
 
Kamûran Koç ku fêkiyan difiroşe, got: "Em nikarin debara xwe bikin. Bi kirovan re pere nemaye. Li bazarê kes tune ye. Ma em ê bifiroşin kê?" 
 
Esnaf Osman Yılmaz jî destnîşan kir ku krîzeke pir mezin heye û ji ber nikarin bifiroşin berê wan xirab dibin. Yilmaz, got: "Car heye ji bo malên me xirab nebin an em belav dikin an jî em dibin malê. Êdî zarokên me jî fêm dikirin ji ber em nikarin bifiroşin em tînin malê. Ji xwe gava ber pir lis er dezgehê bimînin kes nakire." 
 
MA / Metin Yoksu