EYT’iyan li Tandogan gotin: Em ne sedeqe mafê xwe dixwazin

img
ENQERE - Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, di mîtînga bi armanca mafê EYT’iyan xwestin a li Qada Tandogan hat  lidarxistin de axivî, ev tişt gotin: “Em mafê xwe dixwazin, ji kesekê sedeqe naxwazin. Heya ku ev pirsgirêk neyê çareser kirin emê têkoşîna xwe dewam bikin.” 
 
Kesên ji ber Temenê xwe nikarin bibin Emekdar (EYT), ji bo ku hikumet gav bavêje, li Qada Tandogan mîtîng li dar xistin. KESK, DÎSK û partiyên siyasî piştgirî dan mîtîngê. Di mîtingê dirûşmeyên “Emê mafê xwe yê emekdariyê bigirin” û “Bi berxwedanê emê qezenc bikin” hatin berzkirin. Di mîtîngê de kampanya îmzeyan hat dest pêkirin. Îmzeyên bên komkirin wê ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re bên şandin.
 
‘EMEKDARÎ MAFE’
 
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglu, di mîtîngê de axivî û wiha got: “Li ser vê erdnîgariyê em têkoşîna maf, wekhevî, edalet û demokrasiyê bi rêve dibin. Emekdarî ne bare, mafe. Em mafê xwe dixwazin, ji kesekê sedeqe naxwazin. Emê xwedî mafê xwe yê emekdariyê derkevin.”
 
‘EMÊ BI HEVRE TÊBIKOŞIN’
 
Dûre Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk jî, diyar kir ku ji bo pirsgirêka emekdaran bê çareser kirin, wan bi partiyên siyasî re hevdîtin kirin û wiha axivî: “Divê demildest pirsgirêka hevalên me yên ji ber temen nikarin bibin Emekdar bê çareser kirin. Emê têkoşîna xwe ya hevpar berdewam bikin.”