Aborîzan Şahînoz: Çavkaniyên ku aboriyê bi ruh bike zuha bûne

img

ENQERE - Aborîzan Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, diyar kir ku pîşesazî li Tirkiye biçûk dibe, ji ber zema li ser hev zêde dibe xizaniyê zêde dike û wiha got: "Çavkaniyên ku aboriya hundir û derve têxe nava tevgerê zuha bûne." 

 
Saziya Îstatîstikan a Tirkiyeyê (TUİK) di 2'ê Îlonê de rapora aboriyê û enflasyonê aşkere kir. Li gorî daneyên mehên navbera Nîsan û Hezîrana 2019'an yê Hasilaya Nava Welat a Xeyrî Safî (GSYH), aborî di sala 2019'an li gorî salek berê ji sedî 1,5 biçûk bû. 
 
Têkildarî aboriya Tirkiye Hîndekarê Zanîngeha Başkentê Prof. Dr. Ahmet Şahînoz, ji Ajansa Mezopotamya re axivî. Şahînoz diyar kir ku li Tirkiye wê biçûkbûna aboriyê bidme û wiha got: "Niha tu tevgera ku rewşa aboriyê baş bike tune ye. Di payiza 2018’an de di qada aboriyê rawestanek pêş ket. Di sala 2019'an de ev paşveçûna qada aboriyê didome. Ji bo em bizanibin wê di qada aborî de mezibûn pêş bikeve ya na divê em li daxwazên hundir û daxwazên derve binerin. Dema em li daxwazên hundir dinerin, daxwaz nikarin deynan bidin. Bi kartên kredî serfkirinek heye. Di daxwazên derve de jî heman tişt heye. Li Tirkiye çavkaniyên hundir û çavkaniyên derve yên aboriya têxin nava tevgerê tune ye. Ji ber ku ger li welatekî rageşiya siyasî hebe, li derve an jî li ser sînor rageşiya jeopolitik heye. Kesên ji derve bên û li welat kar saz bikin tune ye. Karsazên ku êdî lu hundir kar ava bikin jî heviya wan tune ye. Ji ber vê yekê ew jî êdî kar saz nakin. Ez bawer dikim ku biçûkbûna kar û paşveçûna aboriyê wê ji niha û şûnde jî bidome."  
 
WÊ XIZANÎ BIDOME
 
Şahînoz, destnîşan kir ku ger sermayedar wekî barê kar saz nekin wê di fabrîqeyan de kar kêm bibe û hilberîn kêm bibe û wiha axivî: "Paşveçûn tê çi wateyê? Tê wateya ku karsaz karkeran ji fabrîqeyan derxin. Hêz û çepera kar biçûk dikin. Hilberînê kêm dikin. Her ku fabrîqe karkeran ji kar derdixin civka bêtir xizan dibe. Her ku diçe jiyan buha dibe. Xizanî zêde dibe. Mînak Xaza Xwezayî ji sedî 30 zêde bû. Yanî xizaniya civakê wê texez bidome. Wezirê Xezînê û Maliyê Berat Albayrak piştî daneyên raqama enflasyonê got 'Em ê di aboriyê de di dawiya salê de bigêjin armanca xwe' Li welatekî wê hem îthalat kêm bibe, hem jî dibêje îsal 1.5 milyon îstîhdama nû ava bikin. Tiştekî wisa çawa dibe? Ev tiştekî pêkenok e." 
 
 
Ger ku li welatekî mirov nikaribin pêdiviyên xwe bistînin bi awayekî otomotîk enflasyon dadikeve. Niha daxwaz tune. Ger ku daxwaz tune be, dolaba xwe li gorî maliyeta wê difiroşin. Ger ku daxwaz tune be buhayê xaniyan kêm dibe. Niha xaniyên ku buhayê wan 700 hezar tl ye daketine 400 hezar tl yî. Ev  rewş dibe sedem ku enflasyon dakeve. Li gori daneyan ji sedî 15 enflasyona giştî ye. Ev ne enflasyona xizaniyê ye. Enflasyon ji sedî 25-30  ye. Ger ku yên dewlemend hatina xwe ji sedî 5, ji sedî 10’an ji bo zexîreyan cuda dikin, Şên xizan ji hatina xwe ji 3 paran parekê ji bo zexîreyan cuda dikin." 
 
MA / Selman Guzelyuz