Serokê DTSO’yê Kaya: Di navbera saziyên herêmê de hevkarî nemaye

img
AMED – Serokê DTSO’yê Mehmet Kaya diyar kir ku li bajarên herêmê di navbera walîtî-saziyên cemaweriyê û rêveberiyên herêmî yên hatine bijartin de hevkarî nemaye û xwest ev yek demildest were çareserkirin. 
 
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya bi rojnamegeran re li Amedê kom bû. Kaya têkildarî pirsgirêkên aboriya bajêr daxuyanî da. Kaya diyar kir ku di navbera şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên rêveberiya herêmî birêve dibin û walîtyan de tu hevdîtin, diyalog û hevkarî nemaye û ev yek zirarê dide aboriya bajêr. 
 
‘SAZIYÊN CEMAWERIYÊ BÊFONKSIYON MANE’ 
 
Kaya da zanîn ku li gel serdemek ku rewşa aboriyê ewqas girane ji holê rabûna hevkariya navbera şaredariyan û saziyên cemaweriyê pirsgirêkek bingehîn e û xwest ev yek demildest were çareserkirin. Kaya got “Ev bêdiyalogî û têkilî nemayîn ji ber atmosfera siyasî ya li welat pêk tê û rewşa derûnî ya piştî hilbijartinê hêj didome. Pêwîste rêveberên herêmî û saziyên cemaweriyê yên li herêmê bi hev re tevger bikin. Rêxistinên cemaweriyê li herêmê ketine asta bêfonksiyonê. Ev yek bandorek neyînî li ser rewşa aboriya herêmê dike. Pêwîste hemû sazî li rex hev bin. Serokkomar dikare vê rewşa neyînî rawestîne. Şaredariyên CHP’ê pirsgirêk najîn. Serokşaredarê CHP’ê û waliyê bajêr tên gel hev û diaxivin. Ancak em vê yekê li bajarê xwe û herêmê nabînin. Me di vî warî de peyamên xwe ji rayedaran re ragihand. Heke wisa dewam bike dê li Amedê xitimandinek pêk were.” 
 
‘PÊKANÎNA QEYÛMAN ŞAŞ BÛ’ 
 
Kaya pêkanîna tayînkirina qeyûman jî nirxand û got: “Pêkanîna qeyûman a li vî bajarî pêkanîna herî xelet bû. Xerabiya herî mezin bû. Me dît ku çavkaniyên herêmî çiqas şaş bikaranîne.”