Li Bazara Sewalan kêfa cejnê nemaye

img
 
AMED – Li gel ji Cejna Qurbanê re 2 roj man jî tevgera li Bazara Sewalan a Amedê kêm e. Xwediyên sewalan û mişterî bêkêf in û ji ber bihabûna goşt û êm bi gazin in. 
 
Ji Cejna Qurbanê re 2 roj man. Tevî ku ji cejnê re du roj man jî li Bazara Sewalan a Amedê çûnehata mişteriyan kêm e. Xwediyên sewalan ji ber kes naçe qurbanan nakire ne kêfxweş in. Welatî jî ji ber bihabûna goşt nikarin qurbanan bikirin û kêfxweşiya xwe naynin ziman. Hem besîvan û hem jî welatî bi gazinin. 
 
JI BO SEWALÊN BÊGUHAR 600 LÎRE CEZA DIBIRIN 
 
Abdulkerîm Duzbayir da zanîn ku ji ber Miduriyeta Sewalkariyê guhar li guhê sewalan naxe nikarin sewalan bifiroşin û dema dixwazin sewalên xwe li derveyî bajêr bifiroşin jî serê sewalê 600 lîre ceza li wan dibirin. Duzbayir got her çiqas cejn hat jî lê ew di zirarê de ne. 
 
BI ERZANÎ DIFIROŞE 
 
Emîn Kuş ê sewalan difiroşe jî diyar kir ku ji ber krîza aborî kes nikare sewalan jî bikire û ew neçarin sewalên xwe erzan bifiroşin. Kuş got bihayê sewalek ji 5 hezarî lîreyî daketiye 3 hezar lîreyî. 
 
TENÊ ÊM BIHA DIBE 
 
Besîvan Mucahît ê ji Qerejdaxê sewalê xwe anî bazarê jî da zanîn ku bihayê êm li gorî sala bihûrê zêde bûye û sala par kîsek êm bi 72 lîreyî dikirîn lê îsal bi 87 lîreyî dikirin û kîloya goşt bi qasî sala berê bi 19 lîreyî difiroşin. Mucahît got ew zirarê dikin. 
 
SÊ SAL IN KAR NAKE 
 
Seyfettîn Açil jî ku sewalan xwedî dike ji ber bihayê êm 3 sal in ew kar nakin û li ser hev zirarê dikin û bi zorê xwe ji zirarê rizgar dikin. 
 
‘ÇIMA GOŞT JI DERVE TÎNIN?’ 
 
Bişar Olmez jî bertek nîşanî goştê ji derve tê da û got: “Welatê me welatê sewalkariyê lê diçin ji derve sewalan tînin. Goştê me têra Tirkiyeyê dike. Çima ji derve goşt tînin?” 
 
‘EM NIKARIN BIKIRIN EW JÎ NIKARIN BIFIROŞIN’
 
Haci Buyukçay jî ku li bazarê qurban kirî jî got: “Me bi zorê sewalek dît. Dilê mirov li ser halê borsaya sewalan dişewite. Ne em dikarin bikirin ne ew dikarin bifiroşin.” 
 
MA / Aydin Atay