Hevserokê Şaxa SES’ê Orûç bi destûra wezaretê, hat îxraçkirin

img
AMED - Hevserokê Şaxa SES’ê  yê Amedê Recep Orûç, bi hinceta madeya demkî ya KHK’ê bi destûra Wezareta Tenduristiyê Fahrettîn Koca hat îxraçkirin. 
 
Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Amedê Recep Orûç, bi hinceta beşdarî daxuyaniya li dijî operasyona Efrînê ya 20’ê Çile 2018’an bibû hatibû binçavkirin û ji kar  hatibû dûrxistin.
 
Di encama lêpirsîna derbarê Orûç da hat kirin, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û Propagandeya rêxistinê kirin” li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hatibû vekirin. Di dozê de, ji ber ku tu delîlên şênger ên derbarê Orûç de nehatin dîtin, biryara beraetê hatibû dayîn. 
 
Piştî biryara beraetê Orûç li bendê bû ku paşve vegere ser karê xwe. Lê vê carî jî Lejneya Dîsîplînê ya Bilind a Wezareta Tenduristiyê derbarê Orûç de dest bi lêpirsînê kir. 
Di encama lêpirsîna Lijneya Dîsîplînê de, bi destûra Wezareta Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Orûç ji karê xwe hat îxraçkirin. Wezîr Koca di 26’ê Tîrmehê de destûr da û derûnnas Orûç ji erka xwe  ya cemawarî hat ixraçkirin.