Cotkar ji ber zirarê navê ‘yên sor’ li firingiyan kir

img
RIHA – Cîhan Sariçîçek ê li Qerejdaxê firîngî û îsotan çandiye diyar kir ku mesrefa wan zêde dibe û nikarin kar bikin û got: “Gelek însanan top avêt. Êdî em ji firîngiyan re dibêjin yên sor." 
 
Li gundê Gedîk yê bi ser herêma Qerejdaxa Siwêrega Rihayê ve cotkar Cîhan Sariçîçek erd îcare kir û firingî û îsotan çandin. Sariçîçek anî ziman ku ew keda xwe ji hilberînên daniye dernaxe û ji roja destpêkê heta niha 50 hezar lîre ketiye bin deyn. Sariçîçek da zanîn ku ew qaseya firîngiyan bi 10 lîreyan jî bifiroşe hêj 40 hezar lîre deynî wî dimîne. 
 
‘EM KEDA XWE QEZENC NAKIN’ 
 
Sariçîçek da zanîn ku ji bilî cotkariyê tu pîşeyek wan din nîne û neçarin ji serê sibê heta êvarê bixebetin û got: “Mazot, gubre û derman gelek biha ne. Ji ber ev biha ne em tiştekî qezenc nakin. Ewqas mesrefa me dibe lê em keda bi mehan didinê lê pere nakin. Tevî ku em dixebitin jî em keda xwe dernaxin. Em nikarin heqê karkeran bidin wan.” 
 
‘ÊDÎ EM NIKARIN NAVÊ FIRINGIYAN HILDIN’ 
 
Sariçîçek destnîşan kir ku ji ber pirsgirêkên aboriyê êdî ew nikarin cotkariyê bikin û wiha got: “Şertên jiyanê zor bûne. Em nikarin bijîn. Berê fiyet kêm bûn lê mesrefê me jî li gorî wê diçû. Niha kar û zirara me hev dernaxe. Em transîtekê tije sebze dikin h3ej em bi 200 lîreyî difiroşin. Êdî em hatine wê rewşê ku nikarin navê firingiyan li wan bikin. Însanan ewqas zirar kirin êdî nikarin navê firingiyan hildin û êdî em ji wan re dibêjin ‘yên sor.’ Ji dilê me nayê ku em bêjin firingî jî.” 
 
Sariçîçek bal kişand ser zoriyên karê xwe û got ew di bin pileya 48 germê de neçarin li nav zevî bixebitin.