Bermahiyên fabrîqeyan Çemê Ergene jahrînî dike

img

TEKÎRDAG - Bermahiyên fabrîqeyan ên tev li Çemê Ergene dibe ava wî şahrînî dike. Çemê ku ava wî qrêj û genî dibe, gefan li tenduristiya mirovan dixwe. Welatiyên li dora çem dijîn bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku gelek mirov ji ber ava jahrî û genî nexweş dikevin. 

Çemê Ergene yê di navbera sînorê Tekîrdag, Kirklarelî û Edirneyê de ye û ji Çiyayê Istranca dizê, piştî rêwîtiya 280 kilometre tevli Derya Ege dibe. Çemê Ergene di salên dawî de ji ber bernahiyên fabrîqeyan qirêj û genî dibe û jahrê belav dike. Di 40 salên dawî de ji ber bernahiyên fabrîqeyên çerm, kozmetîk, tekstîl û plastik ên li Stenbolê, tev li çem dibin, ava wî hem qirêj dibe û hem genî dibe. Nêzî 2 hezar û 500 fabrîqeyên Herêma Organîze, berhemên wan ên kîmyewî tev li çem dibin û vê jahra fabrîyan belav dike. Ev qirêjî û berhemên kîmyewî yên fabrîqeyan ku tev li ava çem dibe, jiyana hemû mirov û zindiyên li dora Çemê Ergeneyê dixe nava xeterê. Ji ber ava qirêj a çem, Hewzeya Ergene jî di talûkeyê de ye û nexweşî lê belav dibe. 
 
Ji ber ava çem qirêj dibe şêniyên li şûnwarên li tenişta Çemê Ergene dijîn tenduristiya wan di talûkeyê de ye. Şêniyên navçeya Çorlu û Ergene ji ber li tenişta çem dijîn tenduristiya wan di xetereyê de ye. Bêhna genî ya Çemê Ergene ji herêma Xaniyên Emlakê yê navçeya Çorlu dest pê dike û heta Taxa Turkgucu belav dibe. Li navçeya Ergene jî ji ber bêhna giran a li taxa Saglikê belav dibe, welatî nikarin ji malên xwe derkevin. Bêhna genî roj bi roj zêde dibe û bêtir bandorek neyînî li ser tenduristiya welatiyan belav dike. Li hemû gund, tax û navçeyên li tenişta çem hatine avakirin ji ber bermahiyên kîmyewî bi nexweşiyên pençeşêr, kronik obstruktif (KOAH) re rû bi rû ne. Welatiyên uk dikevin bin bandora ava jahrînî heta niha hemû hewldanên wan bê encam man. 
 
‘16 SALIN TÊN WÊNE DIKIŞÎNIN Û DIÇIN'
 
Esnafê taxa Saglikê ya Navçeya Ergene  Nazmî Etî yê 56 salî diyar kir ku nêzî 30-40 salin ev hazva bi vê talûkeyê re rû bi rû ye û wiha got: "Her hikûmetae nû tê soza 'Emê çareser bikin' didin û diçin. Di serdema Ozal de fabrîqe li vir ava kirin. Piştî fabrîqe anîn vir qirêjiyê dest pê kir. Her dem gotin 'Emê rê li pêş wê bigirin' Lê tiştek nekirin. Ji ber fabrîqeyên wekîlanin nagirin. Gotin emê 'Ava vexarinê derxin' Lê ew jî nekirin. 16 salin her carê Wezareta Tenduristiyê heyetekê dişîne li vir lêkolîn dikin. Her carê 2 wêne dikişînin û diçin. Lê tiştekî nakin. Niha em ji bo daxwazên xwe çalakiyekê li dar bixin, polîsê di heman kêliyê de bê muxadale bike. Êdî heviya me ji hikûmetê tune ye." 
 
‘CÎRANÊN ME JI PENÇEŞÊRE MIR'
 
Şêniya Taxa Saglikê Medine Atalay jî anî ziman ku 10 salin li taxa Saglikê dijî û wiha got: “Em êdî nikarin bêhnê bistînin. Ava vexwarinê pir qirêj e. Her dem ji kaniyê me herî diherike. Rewşa aboriya me ne baş e. Ji ber pirsgirêkên aborî em nikarin ji vir bar jî bikin. Keça min a 12 salî bi nexweşiya astimê ket. Bêhna çem bandorek mezin li ser nexweşiya keça min dike. Ji ber bêhna genî û ava qirêj em nikarin çayekê bidin mêvanê xwe. Kes naxwaze bê mêvanê me. Ji ber bêhna genî û ava qirêj gelek kes bi nexweşiya pençeşêrê ketin. Cîranekî me ji ber nexweşiya pençeşêrê mir. Niha gelek welatiyên taxê ji ber nexeşiya pençeşêrê derman dibin." 
 
DAYIK Û BAV JI BER PENÇEŞÊRÊ MIRIN
 
Şêniya Taxê Makbule Keskin a 65 salî ku 25 salin taxê dijî jî diyar kir ku dayik û bavê wê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest dan. 
 
Endamê Rêveberiya Platforma Trakya û Ekolojist Murat Sevgî jî anî ziman ku nêzî 2 milyon mirovên li vir dijîn û hemû zindiyên li ser vê axê di talûkeyê de dijîn. Sevgî, anî ziman ku Çemê Ergene ji Sedî 3 çavkaniya jiyanê ya Tirkiye ye û wiha got: “Di 50 salên dawî de bê plan bajar mezin dibe. Bi taybetî qirêjiya çem, ji Çerkezkoy, Kapakli û Çorlu dest pê dike. Qirêjiya berhemên malan jî hene, lê bêtir bermahiyên kîmyewî yên Endustriyê ava çem qirêj û jahrînî dikin. Ev bermahî zerarek mezin didin tenduristiya mirovan û xwezayê. Nexweşiyên kronîk bi mirovan re çê dikin."  
 
Parlamenterê Tekîrdagê Îlhami Ozcan Aygun jî anî ziman ku welatî gelek gilî dikin û muxatabê vê yekê Wezareta Bajarvanîe û Derdorê ye. Ozcan, destnîşan kir ku wezaret li hemberî daxwazên gel bêdeng dimîne. 
 
MA/Barış Ceyhan-Îrfan Tuncçelik