Karkerên Ozsutê: Heta em mafê xwe bistînin emê têbikoşin

img

STENBOL - Karkerên şîrketa Ozsutê yên ji kar hatin avêtin û heqê wan ji wan hatiye stendin, ji bo mafê xwe bistînin ji 3'ê Tîrmehê heta niha çalakiyê li dar dixin. Karkerên Ozsutê diyar kirin ku heta ew mafê xwe bistînin wê çalakiyax we berdewam bikin.

 
Karkerên Ozsutê yên şîrketê dawî li karê wan anîn û meaşê 2 karekran nedan wan, çalakiyên xwe berdewam dikin. Karkerên Ozsutê ji bo mafê xwe bistînin ji 3'ê Tîrmehê ve li ber xwe didin. Karkerên Ozsut, duh dîsa li pêş Şaxa Ozsut a Kadikoyê çalakî li dar xistin. Karkeran bê navber dirûşmeyên “Ozsut soza xwe pêk bîne û heqê me bidin me" û “Karkerên Ozsut  ne bi tenê ne" berz kirin.  Ji karkerê Ozsutê yê ji kar hat avêtin Umut Marangoz, di 3'ê Tîrmehê de li pêş Şaxa Ozsut a Kadikoyê bi tena serê xwe dest bi çalakiyê kir. Piştre 3 hevalên wî piştgirî dan wî. Piştrî di demên cuda de 20 karker ji kar hatin avêtin, karkeran di 13'ê Tîrmehê de li Kadikoyê tev li çalakiyê bûn. Di 17'ê tîrmehê de meaşê 16 karkeran dan wan. Lê Hezar û 300 TL heqê Kerem Girenay  û meaş û tazmînata Cansu Sayra Andaş jî nedan wan. Karkeran ji bo şîrket heqê hevalên wan Gîrenay û Andaş bide wan di 23'ê Tîrmehê de dîsa dest bi çalakiyê kirin. Karkeran di 24'ê Tîrmehê de dema li pêş şaxa Kadikoyê çalakiya xwe berdewam kirin polîsan mudaxaleyî wan kirin. Gelek karker û kesên piştgirî dan karkeran binçav kirin. Karkerên hatin binçavkirin piştî li qereqola polîsan îfade dan di heman rojê de serbest hatin berdan. 
 
Li aliyekî piştevaniya Andaş û Girenay zêde bû û ji bo wan duyanî hat dayîn. Karkerên Şaxa Ozsut a Kadikoyê jî ji ber heqê wan dereng didin wan û kartên wan ê xwarinê nadin wan, dest bi çalakiyê kirin. Karkerên ku 4 roj berê çalakiya xwe ya ewil kirin, dest bi çalakiya çênekirina xwarin, çay û pastaye kirin û kar giran kirin. 
 
Karker Umut Marangoz ê ewil ji kar hat avêtin, têkildarî çalakiya xwe û çalakiya Kerem Girenay û Cansu Sayra Andaş axivî. Marangoz, anî ziman ku heta mafê xwe bistînin wê çalakiya xwe berdewam bikin. 
 
Marangoz, anî ziman ku di 3'ê Tîrmehê de dest bi çalakiyê kir û wiha got: "Min di 3'ê Nîsana 2019’an de dest bi kar kir. Di 30'ê Hezîranê de mafê min ê kar fesh kirin. Şaxa Ozsut girtin. Li ser vê yekê mafê min û xercê 2 zarokên min ên cejnê li cem wan ma. Piştî min dest bi çalakiyê kirin, di nava 2 saetan de heqê min razandin. Lê heqê hevalên min ên din nedan wan. Ji ber vê yekê min pereyê xwe ji wan negirt. Li ser vê yekê me hefteyek dem da wan. Me xwest heta 11'ê tîrmehê pereyên me bidin me. Lê meaşê hevalên me nedan wan. Me di 13'ê tîrmehê de dîsa dest bi çalakiya xwe kir. Piştre heqê 16 karkeran dan wan. Lê heqê 2 hevalên me hêj nedane wan. Heta heqê hevalên me bidin wan çalakiya me wê bidome." 
 
‘TUNDIYÊ LI SER ME DIKIN'
 
Marangoz, anî ziman ku hevalên wan ên ji 6'ê Sibatê ve hêj heqê xwe negirtine hene û wiha bi dawî kir: “Tevî Francihiseingan 142 şaxên Ozsutê heye. Xebatkarên 6 şaxên Ozsutê 3 mehin hêj heqê xwe negirtine. Heqe mesaî û xwarina wan nadin wan. Ew hevalên me bê biryar man ku tev li çalakiyê bibin ya na. Me dest bi çalakiyê kir. Em ê her dem li pişt hevalên xwe yên karker bin. Heta dumeşê me dem xwest. Ger ku pereyê me nede me, emê serî li rêyên hiqûqî û zagonî bidin. Heta ku em mafê xwe bistînin emê tekoşîn û çalakiya xwe berdewam bikin." 
 
EZ PARSEKIYÊ BIKIM EZÊ HEZAR Û 300 TL QEZENÇ BIKIM
 
Karker Kerem Girenay jî anî ziman ku ji roja li Ozsutê dest bi kar kiriye heta niha bi rêk û pêk heqê xwe nastîne û wiha got: "Yek ji mextûrê Ozsutê ez im. Li ser me tundiyê û zextên derûnî dimeşînin. Ez bê heq ji kar derxistim. 3 rêveber jî ji kar derxistin. Yekemîn çalakiya min piştî çalakiya Umut Marangoz dest pê kir. Ew ji bo me hemûyan bû mînak. Heta em mafê xwe bistînin emê çalakiyla xwe berdewam bikin. Niha Hezar û 300 TL heqê min li cem wan heye. Ez biçim li Kadikoyê parsekiyê bikim ezê vi pereyî derxim. lê dîsa nadin min. Hevalên me 3 mehin nikarin heqê xwe bistînin. " 
 
Karker Cansu Sayra Andaş jî anî ziman ku 2 salin di Şaxa Ozsut a Kadikoyê de kar dike û wiha got: "Salek e heqê min dereng didin min. Rayedarên şîrketê dibêjin 'Hûn naxwazin dest ji kar berdin. Zextên derûnî li ser me dimeşînin. Niha 16 hezar TL heqê min li cem wan heye. Hêj heqê min ê tazmînatê jî negirtine. Heta mafê xwe bistînim ezê têbikoşim. Çalakiyên me wê bidomin."