Endezyar Kandemîr: Li gorî hevsengiya ekolojiyê derman bikin

img
AMED - Endezyarê Çandiniyê Umît Kandemîr, bal kişand ser dermankirina pembû ya li dijî kêzik û nexweşiyan û got "Dema we pembû û çandiniyên din derman kirin divê hûn hevsengiya ekolojiyê esas bigirin û li gorî wê derman bikin." 
 
Li Navçeya Bismilê ya Amedê li ser 154 hezar û 623 hektar erd çandinî tê kirin. Ji vê zeviya bi bereket, li ser nêzî 300 hezar dolim pembû diçînin. Rençberên ku pembû diçînin, li aliyekî mazota buha zerarê dide wan û li aliyê din kezik û nexweşiyên ketine pembû zerarê dide wan. Rençberên pembû, li aliyekî ketine derdê mazotê û li aliyê din ketine derdê nexweşî û kezikên di nava pembû de. Endezyarê Çandineyê Umît Kandemîr ku li Bismilê kontrola  30 dolim pembû dike, bal kişand ser zerara kêzikan a li dijî pembû û çandiniyên din û têkoşîna li dijî van kêzikan. 
 
'DIVÊ ZERARÊ NEDIN KÊZIKÊN BÊZERAR' 
 
Kandemîr, anî ziman ku ji bo pembû û çandiniyên din kêzikên bi fêde û zerar ji hev bên cudakirin û wiha got: "Li herêma me ji bo rençberan çandiniya herî girîng pembû ye. Ji bo berhemek baş bistînin têkoşîna li dijî kêzik û nexweşiyan girîng e. Di destpêka ku pembû bejnê davêje kurê spî (thrips) dikevin pelan. Di serdema navîn (dema kulîlk digirin) kurmê kesk dikevin pembû. Dema pembû guzîk digire jî kurm mezin dike û hembû dixwe. Divê li dijî van kurman têkoşînek rast û baş bê kirin. Dema li dijî van kêzik û kurmê ji bo pembû bi zerar îlac bê kirin, divê zerarê nede kêzikên bi fêde. Divê populasyona wan jî li ber çavan bê girtin. Divê hevsengiya xweza û ekolojiyê neyê xerakirin." 
 
Kandemîr, anî ziman ku dema tovê pembû aj dide û bi ser axê dikeve hêkê kêzikan xwe li pelan digirin û her ku pembû mezin dibe hêq jî dibin kurm û kêzik. Kandemîr, anî ziman ku dema pembû guzîk digire û dibe serdema çinîna pembû vê carê zerar didin pembû. Kandemîr, anî ziman ku êdî rençber kêzikên bi zerar û bê zerar ji hev nas dikin û dizanin kengî hêk dikin, kengî dibin kurmik û kengî dibin kêzik û li gorî vê yekê dizanin wê çawa bi wan re têbikoşin û îlac bikin. 
Kandemîr bal kişand ser şewitandina pirêzeyan jî û xwest rençber prêzeyan neşewitînin. Kandemîr, destnîşan kir ku şewitandina prêzeyan hevsengiya xwezayê xera dike û rê li pêş kêzikên bi zerar vedike. 
 
MA / Fethî Balaman