Dema hişkirina zebzeyan dest pê kir

img

DÎLOK - Li Dîlokê, piştî germahî tam dest pê kir hişkirina îsot, bacanên reş, xirtik û ecûran jî dest pê kir. 

Li Dîlokê, îsot, bacanên reş, xirtik û ecûrên tên hişkirin paşê îxracî bajarên derdorê û derveyî welat tên kirin. Gîzem Karabaş, bilêv kir ku hişkirina berên navbirî çandeke Dîlokê ye û ew her havînî vî karî dikin û hem pê debara xwe dikin hem jî bi vî awayî çanda xwe didomînin. 
 
Karabaş, bilêv kir ku ew û malbata xwe tev de vî karî dikin û ji zarokatiya xwe ve her havînê vî karî dike. Karabaş, diyar kir ku ew îsotên li jinên taxê dikirin bbi îskeleyan ve daldidîqnin û got: "Bi piranî em sibehê saet di 7'an de dest bi kar dikin û êvarî saet di 6'an de jî diçin malê. Zehmetiyên karê me hene, lê ji bo debarê em ji mecbûrî dikin. Ez û diya xwe îsotan bi îskeleyan ve daldiqînin û li bendî wan in ku hişk bibin. Bavê min û xwişk û birayên min ên din jî li dikana me ya çarşiyê tiştên em hişk dikin difiroşin. Em ji karê xwe hez dikin. Lê belê em heqê ekda xwe nastînin. Li gor par îsal tav hindik e û ji ber vê îsot dereng hişk dibin. Îsal di 15 rojan de hişk dibin." 
 
Karabaş, bilêv kir ku ji van berên tên hişkirin dolme jî tên çêkirin û got: "Berên me hemû xwezayî ne. Dema bi destan bê çêkirin helbet tahma wan xweştir e." 
 
Karker Meryem Ozturkmen jî, diyar kir ku kardêr zebzeyê ku dê bên hişkirin dide wan û ew jî li jinên ttaxê belav dikin. Ozturkmen, anî ziman ku jin pêşî nava zebzeyan paqij dikin û paşê bi benik vedikin û got: "Ji bo neşewitin ser wan tên nixaumdnin. Piştî hişk dibin em wan jî îskeleyan dadixin û dikin pakêt. Em çi qas îsot bi îskeleyê ve daliqînin em ew qasî pere distînin. Karê me ne karekî pir zehmet e, lê ji ber em pir li ser piay disekin em diwestin."