Sewalkar ji ber kêmbûna çêrê ketine heyra çêra pezên xwe

img

COLEMÊRG – Zozanên Kahniya Sûlavê, Tamzûrê û Embarê ku nêzî 14 hezar pez lê tên çêrandin, niha hindik mane hişk bibin. Gundiyan, bilêv kir ku ji ber li van deran baran pir nebariyaye giha şîn nehatiye û ji niha ve ketina etra çêrandina pezên xwe. 

Li gundê Peyanîs ê Colemêrgê ku 400 mal lê ne, gundî 14 hezar pezê xwe li ozanên Kahniya Sûlavê, Tamzûrê û embarê diçêrînin. Gundî her roj diçin van  zozanên ku bi qasî 12 kîlometreyan dûrî gund in û pezên xwe didoşin. Bêrîvanên di saetekê de diçin van zozanan, rojê du caran pez didoşin. Lê belê ji ber îsal pir baran nebariyaye li van zozanan giha pir şîn nehatiye û gundî ji niha ve ketine etra çêrandina pezên xwe. 
 
Nazim Aslan, got: "Em debara xwe bis ewalvaniyê dikin. Bi salan e em tên van zozanan. Li vira zozanên Kahniya Sûlavêî Tamzûrê û Embarê hene. Li gundê me 300-400 mal hene. Bi giştî 12 col pezên me hene û li van zozanan diçêrin. Ev der pir xweş e, lê dema baran nebare rewşa me xirab dibe." 
 
'ÇÊRE HINDIK IN' 
 
Remzî Korkmaz jî got: "Nêzî 15-20 roj in em hatine zozanan. Heta niha me rojê carekê pez didot, lê em niha rojê du caran didoşin. Ji ber vê hema bêje heta dawiya rojê bêrîvan li vira dimînin. Niha hejmara pezê cola me hezar û 100 e. Bi rastî jî em ji jiyana zozanan hez dikin. Her çend zehmetî hebin jî lê dîsa em jê hez dikin. Îsal berf zêde bariya, lê di biharê de hema bêje baran nebariya. Ji er vê gihayê li zozanan baş şîn nehat." 
 
Hatîce Guldar jî, got: "Em ji jiyana zozanan hez dikin. Em her roj ji bo dotina pez tên. Ji ber em tên zozanan û pezê xwe didoşim em pir kfêxweş in." Bêrîvan Behîce Demîryent jî got: "Em bêrîvan in. Bi salan e em vî karî dikin. Em her sibeh zaroka li mal dihêlin û tên zozanan. Ji bo debara xwe em bêrîvantiyê dikin. Helbet zor û zehmetiyên wê hene, lê ji ber em muhtacî kesî nabin em kêfxweş in. Bi saetan em dimeşin û tên vira. Lê ji ber rê xam e, toza wê heye. Li gund em tenê debara xwe bi sewalvaniyê dikin û bi salan e em bi kêfxweşî vî karî dikin." 
 
‘JI BER BARAN NEBARIYA MIN ÇANDINÎ NEKIR, NIHA ŞIVANTIYÊ DIKIM' 
 
Îsmaîl Guldal jî ji ber baran kêm bariyaye îsal çandinî nekiriye û niha ji bo debara xwe bike şivantiyê dike. Guldal ku mehê 4 hezar lîre distîne, got: "Ev zozanên gundê Peyanîsê ne. Ev qas erdê gund hene, lê dîsa jî pirsgirêk hene. Ji ber baran hindik bariya çêre kêm in. Her wiha ji ber min nikaribû debara xwe bikim cara ewil e şivantiyê dikim. Berê min erdê xwe diajot. Lê îsal mecbûr mam şivantiyê bikim."