Karkerê 25 salî ket makîna hêrana pûşê garis û jiyana xwe ji dest da

img
MÊRDÎN  - Bavê 2 zarokan Mehmet Karataş ê 25 salî ku li Santrala Enerejiyê ya Biyokutle ya Dêrika Mêrdînê kar dikir, dema pûşê garis davêt makîneya hêrandinê, ket nava diranên makînê û jiyana xwe ji dest da. 
 
Mehmet Karataş ê 25 salî ku bavê 2 zarokan bû, li Santrala Enerejiyê ya Biyokutle ya Dêrika Mêrdînê kar dikir, dema pûşê garis davêt makîneya hêrandinê, ket nava diranên makînê û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Karataş perçe perçe bû. Piştî ku vardiya duyemîn kar dewir girtin, ditin ku Mehmet Karataş ketiye makînê û jiyana xwe ji dest daye.