Di salekê de milyon û 376 hezar kesên din bê kar man

img

ENQERE- Li gorî daneyên TUÎK’ê, di meha Sibatê de li gorî daneyên heman dema sala borî, hejmara bêkaran bi qasî milyon û 37 hezar kesî zêde bûye  û derketiye 4 milyon û 73 hezar kesî. Li gorî vê yekê rêjeya bêkariyê jî bûye ji sedî 14.7’an. 

 
Li gorî daneyên TUÎK’ê ku kesên hêviya kar dîtinê winda kirin û di meha dawîn de dev ji lêgerîna xwe ya kar berdan, hesab nekiriye, di meha Sibatê de rêjeya bêkariyê li ber sala borî ji sedî 4.1 zêde bûye derketiye ji sedî 14,7’an. Li gorî heman dema sala borî hejmara bêkaran bi qasî milyon û 37 hezar kesî zêde bûye û derketiye 4 milyon û 73 hezar kesî. Li ber sala borî 
 
Bêkariya nîfûsa cîwan jî bi qasî 7,1 zêde bûye û derketiye ji sedî 26,1. Di dema mijara gotinê ye de hejmara kesên kar dîtine jî bi qasî 811 hezar kesî kêm bûye daketiye 27.35 milyonan. Rêjeya kar dîtinê jî bi qasî 1,8’an kêm bûye û daketiye ji sedî 44,8’an. Hêza kar bi qasî 564 hezaran zêde bûye derketiye 32 milyonan, tevlibûna hêza kar jî bi qasî 0,3 zêde bûye derketiye ji sedî 52,5’an.