Parêzerê Karesata Somayê Kozagaçli: Ne îhmalkarî, kuştina bi qesdî heye

img

MANÎSA - Parêzerê Karesata Somayê Selçûk Kozagaçli, diyar kir ku diviya berpirsiyar ji ber "qesda muhtemel" bihatana cezakirin lê belê ji dêvla vê bi "îhamalkariyê" hatine darizandin û ji ber vê Can Gurkan hatiye berdan. Kozagaçli, destnîşan kir ku ew ê tevî malbatan heta dawiyê bitêkoşin. 

Di 13'ê Gulana 2014'an de li Soma ya Manîsayê 301 karker di karesata madenê de jiyana xwe ji dest dabûn. Di ser vê karesatê re 5 sal derbas bûn. Yek ji berpirsiyarên sereke yê vê karesatê Can Gurkan bû, lê belê di 18'ê Nîsanê de hat berdan û ev yek bû cihê nîqaşan. 
 
Parêzerê Karesata Somayê Selçûk Kozagaçli ku niha girtiye, bi rêya parêzerên xwe pirsên Ajansa Mezopotayayê (MA) bersivandin û pêvajoya hiqûqî ya karesata Somayê nirxand.
 
Kozagaçli, bi bîr xist ku di raporên pêzaniyê de derketiye holê ku şîrket 2-2.5 zêdetirî kaapsîteya xwe tev geriyaye. Kozagaçli, anî ziman ku li Somayê hesabeke cihê şermê hatiye kirin û ji bo hesabê kardêran kiriye got: "Wiha hatiye kirin; Bi vê lez û bezê, beramberî komira ku ez derdixim (sed hezar ton an jî 500 hezar ton) 2 karker bimirin û 10 karker jî birîndar bibin û tazmînata wan ji kar/qezenca min bê xistin wê çi qas bimîne? Ev kar, ji tevdîrgirtinê yanî ji mirina karkeran erzantir e. Ev tê wateya kuştina qesdî. Yanî hûn dizanin wê bimirin. Tu eleqeya vê bi îhmalkarî, bi şens, bi qezayê re tune ye. Ev îstastîstîka qezenckirinê ya bi xwînê hatiye hesibandin." 
 
NE ÎHMALKARÎ, KUŞTINA BI QESDÎ
 
Kozagaçli, bal kişand ser berdana berpirsiyarê şîrketê Can Gurkan û bi bîr xist ku heê dadgehên herêmî hem jî dadgehên îstinafê di biryarên xwe de bal dikişînin se rgelek îhmalkariyan û got: "Ev tespîtên di raporên pêzaniyê de jî cih digirin rast in. Lê awayekê wan ê bikaranînê ya ji aliyê dadgehan ve şaş e û nayê qebûlkirin. Her du dadgehê jî hay ji rastiya ku di raporên pêzaniyê de hatiye tespîtkirin hene: Ji 301 kesên mirin 264 jê di panoya 'S' de mirin. Ev pano bi qasî kîlometreyekê ji şewtê dûr e. Li nêzî wan teqînek çênebûye, rûxandin çênebûye,... Ev mirov çima mirin? Dikaribûn ji rêya derketinê ku nîv saet diajot derketana. Li vir tu rûxandin û hilweşandin tune ye. Diviya dadegahn ev yek bipirsiya. Rast e, îhmalkariyeke mezin heye. Perwerdehî, ekîpman, tecrûbe, venêrîn tune ye. Lê ev hemû ji bo kesên di panoya 'A'yê de mirin derbasdar in. Rewşa panoya 'S'yê pir zelal e: Ji be rkardêr nehişt galeriya hewaya qirêj bê kolandin ev mirov mirin. Projeya vê çêkiribûn; 'eger ez vê çênekim dibe karker bimirin', plana wê hatiye kirin lê nehatiye çêkirin. Ji dêvla pere xerc bikin kar avêtine ber şans. Gotin 'Deh karker bimirin, tazmînata wan 2 milyonan derbas nake. Çima em deh-panzdeh milyonan xerc bikin.' Aha, ev qesda muhtemel e. Eger ceza bi awayekî rast li gor madeya 83'yan a TCK'ê bihata birîn, niha wê kes nehata berdan." 
 
'HETA SAX BIM WÊ SOMA PERÇEYEK JI JIYANA MIN BE' 
 
Kozagaçli, destnîşan kir ku li hemberî vê karesetê ew tim li cem malbatan cih digirin û ew ê heta dawiyê bitêkoşin û got: "Heta sax bim wê Soma perçeyek ji jiyana min be. Em bi lînckirinan, bi êrîş û mudaxileyên polîsan re rû bi rû man, lê li hemberî evana em û madenvanan bûn malbatek mezin. Ji ber min, me ji bîr nekirine minêkar im. Ez ê jî tu carî wan ji bîr nekim û dev ji lêgerîna ji bo edaletê bernedim. 11 sal û 3 meha ceza ji bo min tê xwestin, ev jî ji ber têkoşîna me ya li Somayê ye. Ji ber vê serbilind im. Çend sal ceza dibirin bila bibirin, ez ê dev ji kujeran û kesên kujeran diparêzin bernedim. Em mê malbatan bi tenê nehêlin."