Di sir û seqemê de li benda kişandina bar in

img

WAN – Li Wanê her diçe hejmara hemalan zêde dibin. Kesên baran dikişînin tevî erebokên xwe yên sê tekerî di sar û sermayê de li kuçeyan disekinin da kar bi destê wan bikeve. Kesên vî karî dikin bal kişandin ser zor û zehmetiyên kar. 

Li Wanê ku her diçe hejmara kesên betal zêde dibe. Bi sedan kes jî ji bo debara malbata xwe bikin bi erebokên sê tekerî baran dikişînin. Kesên baran dikişînin tevî erebokên xwe li kuçeyan disekinin û li gorî mesafeyê heq distînin. Hasan Polat, anî ziman ku ji ber kar tune ye ew vî karî dike. Polat ereboka xwe nîşan da û got: "Ez bi vê erebokê debara malbateke 5 kesî dikim." 
 
'KESÊN KAR BI DEST WAN NAKEVE DIBIN HEMAL' 
 
Polat, anî ziman ku ger mesafe nêz be 5 lîreyan distînin, ger dûr be ev yek di navbera 10-15 lîreyan de diguhere. Polat got: "Tu biçî kîjan quncikî erebokeke hemalan heye. Li Wanê kesên kar bi dest wan nakevin hemaliyê dikin. Di piyaseyê de hejmara erebokên sêtekerî û qamyonetên baran dikişînin zêde ye. Berê hejmara wesayîtên bimotr kêm bû karê me baş bû, lê di demên dawî de ji ber êdî wesayîta herkesî heye kar jî kêm bûye. Roj heye em 10 lîreyan qezenc dikin." 
 
Polat, anî ziman ku 5 sal in ji bo kar ew serî li Îş-Kûrê dide, lê belê dor nayê wî û got: "Wan bûye bajarê mezin lê belê derfetên kar tune ne. Eger derfet hebin wê kes hemaltiyê neke." 
 
Berhem Akbalik jî anî ziman ku ji ber kar tune ye hemaltiyê dike. Akbalik, da zanîn ku ew her sibeh saet di 8'an de ji mal derdikeve û roj heye qet kar bi dest nakeve. Berhem got: "Wexta êvarî diçim malê zarok dibêjin 'bavo te ji me re çi anî?' Ji ber em destvala diçin em li ber dikevin." Akbalik, destnîşan kir ku carinan 5 lîre jî li ber çavê kesên barê wan tê kişandin tê û got ev kes dibêjin: "Tu dibêq ey tu mazotê bi kar tînî?" 
 
Akbalik got: "Lê belê westandina me nahesibînin. Karê me karekî pir zehmet e. Wexta derfetên kar hebin kes hemaltiyê nake."