Hevserokê KESK'ê: Ji bilî têkoşînê tu rê tune ye

img

RIHA – Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk ji bo mîtîngên KESK'ê yên li dijî krîza aborî destnîşan kir ku ji bilî têkoşînê wekî din tu rê tune ye. Her wiha Bozgeyîk ji bo hilbijartinên herêmî jî bilêv kir ku ew ê li gel derdorên ehlê aştî, demokrasî û kedê tev bigerin. 

 
Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî krîza aborî ya bandorê li tevahiya civakê dike bi dirûşmeya "Li hemberî xizanî, betalî û neewlehiyê têkoşîn" mîtîngan li dar dixe. Hevserokê Giştî yê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk der barê krîza aborî, rewşa kedkarên bi KHK'yan hatine mexdûrkirin, armanca mîtîngên tên lidarxistin û hilbijartina herêmî ya 31'ê Adara 2019'an de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
'JI BILÎ TÊKOŞÎNÊ RÊ TUNE YE'
 
Geyîk, bal kişand ser bi deh ehzaran xebatkarên cemaweriyê yên bi KHK'yan hatin îxrackirin û helwesta KESK'ê ya li hemberî vê pêkanînê. Bozgeyîk, bilêv kir ku ji 126 hezar kesên hatin îxrackirin 4 hezar û 237 kes endamên wan in û ji van endamên wan nêzî 2 hezar kesên jê ji aliyê qeyûman ji kar hatine avêtin. Bozgeyîk got: "Em KESK ji roja ewil ve li hemberî KHK'yên Rewşa Awarte têkoşiyan û hîn jî têdikoşin. Bi rastî jî ger emd ixwazin careke din vegerin ser karê xwe ji bilî têkoşînê wekî din tu rêyeke li ber me tune ye." 
 
Bozgeyîk, armanca mîtîngên KESK li herêmên mezin li dar dixe destnîşan kir û got: "Mîtînga me ya ewil di 17'ê Mijdarê de li Îzmîrê hat lidarxistin. Ya dudoyan di 9'ê Kanûnê de li Samsûnê hat lidarxistin. Em ê mîtînga xwe ya sisêyan di 15'ê Kanûnê de li Edeneyê û di 16'ê Kanûnê de jî ya çaran li Amedê li dar bixin. Wê mîtînga me ya dawî jî di 22'yê Kanûnê de li Stenbolê bê lidarxistin. Di van mîtîngan de em du daxwazan destnîşan dikin.
 
'KRÎZA TENÊ BANDORÊ LI KEDKARAN NAKE, LI HEMÛ DERDORAN DIKE'
 
Her diçe krîza aborî ya ji ber rejîmê derketiye kûrtir dibe. Ev krîz tenê tesîrê li kedkarên cemaweriyê nake. Tesîrê li karker, xizan, jin û zarokan jî dike. Bi sedan şîrket top avêtin. Her wiha esnafên biçûk û gundî bêtir xizan dibin. Nêzî 10 hezar kes bi meaşê kêmtirîn dixebitin û her diçe di biniya sînorê birçîbûnê de dijîn. Loma me û DÎSK, TMMOB û TTB'ê bi hevdur re Bernameya Têkoşîna Li Hemberî Krîzê amade kir."
 
Bozgeyîk, destnîşan kir ku ew ketine serdemeke ku kî li hemeberî bloka AKP-MHP'ê deng derxîne ew li gel wan in û got: "Em li bazaran û taxan hem bandora krîzê vedibêjiin hem jî em encamên ku ji ber vê feraseta rêveberiya antîdemokratîk derketina holê dibêjin û ji gel dixwazin ku tevî me dakevin qadan." 
 
Bozgeyîk bal kişand pêvajoya piştî van mîtîngan jî û got: "Em ê tevî nêzî 70 sazî û dezgehên kedê û pîşeyî li hev bicivin û binirxînin. Em wekî Desteya Rêvebir a KESK'ê hewl didin an di orta meha Çileyê an jî dawiya wê de li Enqereyê mîtîngekê li dar bixin. Hîn me ev yek bi raya giştî re parve nekiriye, lê belê wekî KESK'ê em bi tena serê xwe nikarin bikin. Eger em û derdorên din ên civakî li ser biryareke hevpar li hev bikin ancax em ê karibin mîtîngeke navendî li dar bixin. Em li kargehan bi kedkar û karkeran re krîza aborî û tiştên ji ber krîza aborî rû didin nîqaş dikin. Her wiha em ê bi çalakiyên cur bi cûr bi derdorên din ên civakî û muxalif re jî bên cem hevdu." 
 
'EM Ê LIGEL EHLÊN AŞTÎ Û KEDÊ TEV BIGERIN'
 
Bozgeyîk ji bo hiblijartina herêmî ya tê payîn wê di 31'ê Adarê de çêbibe jî bal kişand ser nêzîkatiya KESK'ê ya ji bo hilbijartina herêmî. Bozgeyîk, diyar kir ku ev hilbijartin ji bo kesên doza aştî û kedê dikin hilbijartineke girîng e. Bozgeyîk got: "Wekî kedkarên cemaweriyê divê di hilbijartina herêmî de em jî xwedî gotin bin. Di 2 salên dawî de qeyûm tayînî şaredariyên gel kirin û xebatkar bi awayekî antîdemokratîk ji kar hatin derxistin. Em bi pêvajoyeke rêveberiya herêmî ya otorîter, derî hiqûqê û kêfî re rû bi rû man. Em KESK rêveberiyeke herêmî ya xizmeta perwerdehî, gihanî û tenduristiyê ya bêheq diparêze û li hemberî xweza û hawirdorê hesas e diparêzin. Tevî derdorên muxalif ên civakiyî ji bo beyankirina vînê xebatên me hene. Em ê di vê pêvajoyê de li gel derdorên ehlê aştî, demokrasî û kedê tev bigerin." 
 
Her wiha Bozgeyîk, diyar kir ku ew ê ji bo hilbijartina herêmî sempozyûman li dar bixin û platformên nîqaşkirinên çêbikin. Bozgeyîk, bilêv kir ku ew ê di hefteya ewil a meha Çileyê de helwesta kedkaran a di vî warî de aşkere bikin. 
 
MA / Erdogan Alayumat