Bîjişkan: Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn

img
STENBOL - Bijîşk û kedkarên tenduristiyê, ji bo bertekê nîşanî “Pêşniyaza Qanûna Şideta di Tenduristiyê” a li Meclîsê tê nîqaşkirin bidin, li ber Midûriyeta Tenduristiya Bajêr a StenbolÊ kom bûn û gotin “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn.”
 
Bijişkên, xwestin “Pêşniyaza Qanûna Şideta di Tenduristiyê de” ya mafê xebatê ya bijîşkan asteng dike, bê betal kirin, li ber Midûriyeta  Tenduristiya Bajêr a Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek bijîşk û kedkarên tenduristiyê beşdarî çalakiyê bûn û pankarta “Em bijîşkin û dixwazin bijîşktiyê bikin” vekirin.  
 
Ji Odeya Bijîşkên Stenbolê (ÎTO) Pinar Saîp, daxuyanî da û wiha axivî: “Pêşnûmeya qanûnî ya nîqaş li ser tê kirin, pêşiya tundiyê nagire. Ev qanûn tundiya li dijî tenduristiyê dê mezintir bike. Em dixwazin dimildest ev pêşnûme paşve bê kişandin û medeya 5’emîn bê betalkirin.”
 
‘ZANISTA BIJIŞKTIYÊ TÊ DARIZANDIN’
 
Hevseroka Şaxa SES’ê ya Bakirkoyê Nuran Gungor jî, li ser navê xebatkarên tenduristiyê daxuyanî da û wiha axivî: “Em dixwazin dimildest pêşnûme bê betalkirin. Em dixwazin bijîştiyê bikin.”
 
Piştî daxuyaniyê dirûşmena “Em dixwazin bijîn û bidin jiyîn” hat berz kirin.