Krîzê li esnafên Geverê xist

img

COLEMÊRG - Li Geverê, esnafên di dema qedexeyên derketina derve de kargehên wan hatin şewitandin, bêyî ku tazmînatê bigirin, bi zor û zehmetiyek mezin bi derfetên kêm dikanên xwe ji nû ve vekirin. Esnafên dikanên xwe vekirin, niha jî bi krîza aborî re rû bi rû ne.

Li navçeya Gevera Colemêrgê, di dema qedexeya derketina derve ya di 13’yê Adara 2016’an hat îlankirin û 79 rojan berdewam kir de, gelek mirov di operasyonan de hatin kuştin, mafê mirovan hatin binpêkirin, piraniya kargehên navçeyê û gelek mal hatin şewitandin û hilweşandin. Li gel vê yekê jî zirara gelek malbatên mexdûr bûyîn hatin pêşwazîkirin û welatiyên navçeyê bi zor û zehmetiyek mezin bi derfetên xwe yên kêm kargehên xwe tamîr kirin û hewl dan çarek din li ser piyan bimînin. Lê vê carê krîza aborî, li kargehê bajêr xist û welatiyên navçeyê bêzar kirin. 
 
ESNAFÊN NAVÇEYÊ DI ZORIYÊ DENE  
 
Ji ber krîza aborî esnafên navçeyê rojên zor derbas dikin. Yek ji esnafên bi zorê debara xwe dikin, Niyazî Turabu yê bi karê tekstîlê re  eleqeder dibeye. Turabu yê bi salane karê tekstîlê dike, di dema qedexeyên derketina derve de kargeha wî ya  li Taxa Gongurê hat şiwitandin. Turabu, piştî qedexeyê ji bo zirara wî bê pêşwazî kiriin, serî li komîsyona tespîtkirina zirarê da, lê bi tu awayî mûxatap li pêşberî xwe nedîtin. Turabu li ser vê yekê hemû daneheva xwe ji bo tamîrkirina dikan xerc kir û ji nû de mekîneyên dirûtinê kirîn. 
 
ÊDÎ NIZANE ÇAWAN KIRÊ BIDE 
 
Turabu, diyar kir ku ji ber krîza aborî kar nake û wiha axivî: “Hemû kincên herêmî yên di dawetan de dihatin wergirtin me çêdikirin. Gelek caran mişteriyan qumaşê xwe dianîn û me li gorî daxwaza wan didirût. Ji Dubaî qumaş dianîn û me li gorî kincên herêmî didirût. Lê bi bilindbûna dolar re, fiyet jî zêde bûn. Ji ber vê kar tuneye. Me berê di rojekê de 15-20 kirazên herêmî didirûtin, lê niha em tenê 2’yan, an jî herî zêde 5 kirasan didirûn. Êdî nizanim çawan kirî bidim. Gelek caran ez ji cîranê xwe deyn dikim, kirê didin û dûre perê cîranên xwe didim wan. Ji ber ku firotin tuneye, em zirar dikin. Em hewl didin li dijî krîza aborî li ser piyan bimînin, lê pir zor e.”