Êdî kafiroş nikarin kayê jî bifiroşin

img

ÎDIR - Esnafên li Bazara Kayê ya Îdirê, destnîşan kirin ku ji ber krîza aborî rewşa karê wan nebaş e. Esnafan, anî ziman ku êdî bi xweşikî kes nayê bazarê. 

Li Îdirê welatiyên bi sewalvaniyê debara xwe dikin, ji ber bihabûna fiyetên ka û êm êdî nikarin sewalvaniyê bikin. Her wia welatiyên kayê difiroşin jî, ji ber sewalvanî kêm bûye nikarin kaya di dest xwe de bifiroşin. 
 
'KRÎZA ABORÎ EM PERÎŞAN KIRIN' 
 
Memet Aktepe ku kayê difiroşie, kaya bi rojan e ji Panosa Agiriyê aniye hîna nefirotiye. Aktepe, anî ziman ku ew bi xisarê jî didin, lê dîsa kes nakire û got: "Heta em kayê tînin vir tu tiştek di dest me de namîne. Lê dîsa jî em tînin. Çimkî kaya em tînin hem em nikarin bifiroşin hem jî bi rojan em li vira disekinin. Bihabûna fiyetên mazotê û cezayên li wesayîtên me tên birîn jî li vê zirarê zêde dibe. Ji ber li herêmê sewalanî qediyaye êdî kes kayê jî nakire. Li hêlekê mazot, li holekê krîza aborî û li hêla din jî zemên tên kirin em perîşan kirin. Em dixwazin fiyetê mazotê erzan bibe û deynê bacê yên wesayîtê me bê jêbirin." 
 
'HEQÊ ÇAYÊ JÎ BI ME RE TUNE YE' 
 
Kamyonvan Çetîn Akdogan jî, diyar kir ku tim cezayê trafîkê lê tê birîn Akdogan, anî ziman car heyê zêdetirî 5 hezar lîre ceza lê tê birîn û got: Qama barê li wesayîta min ne pir bilind bû, lê dîsa jî 4 hezar û 500 lîre ceza li min hat birîn. Ev ceza tim tên birîn. Li Tirkiyeyê krîzeke mezin eye. Êdî mirov nikarin tiştekî jî bikirin. Êdî em nikarin ji bo mala xwe tiştekî jî bikirin. Jixwe em goşt naxwin. Goştê mirîşkan ê nebaş jî bi 15 lîreyan e. Ev ne krîz be îjar çî ye? Mirov diçin çarşiyê lê eqê çayê di bêrîka wan de tune ye. Ma ev ne krîz be îjar çî ye? "
 
Yahya Sir ku kayê difiroşe, destnîşan kir ku rewşa wan qet nebaş e. Sir, anî ziman ku bi taybetî jî ji ber cezayê li wesayîtên wan tên birîn pirt mexdûr dibin û got: "Li hêlekê cendirme li hêlekê jî polîs ceza li me dibirin. Êdî em nikarin serê xwe jî rakin. Tu tiştê vê îktîdarê bi kêrî me kurdan nayê. Erdogan tim ji bo me kurdan dibêje 'xwişk û birayên min', lê pirgirêkan dide ber vî gelî. Êdî em nikarin serê xwe jî rakin. Eger em xwişk û bira bin, divê em wekev bin. Ger em ne wekhev bin, enxwe em ne xwişk û bira ne. Krîza aborî em perîşan kirin. Tenê ne rewşa aborî, di hemû qadan de pirsgirêk hene. Êdî mirov nikarin nanekî jî bibin malên xwe. Piştî heywan, ka û goşt hatin îthalkirinî hemû berên ku mirovan çandin di dest wan de man. Divê kurd hemû evan tiştan bibînin û bibin yek. Ancax bi vî awayî em dikarin ji derheqê evan tiştan derkevin." 
 
MA / Adnan Bîlen