Karkerên ji wan re hat gotin ‘Dê perê wan bidin wan’ hatin derpkirin

img
ENQERE - Li Enqerê, karkerên 6 mehan xebitin û perê wan nehat dayîn, ên dest ji kar berdan, ji bo perê xwe bigirin çûn hevdîtinê bi rayedarên firmaya înşaetê re bikin, hatin derpkirin. 3 karkerên birîndar bûn, li nexweşxanê tên dermankirin.
 
35 karên li fîrmayeke înşaetê ya li Înceka Enqerê xebitîn, ji ber ku perê wan ê 6 mehan nehat dayîn, duh biryar dan ku dest ji kar berdin. Karkerên dest ji kar berdan, ji bo bi rayedarên fîrmaya Înşaetê ya Fîdanlar re hevdîtin bikin, çûn ofîsa fîrmayê. Lê karker rastî êrîşa komeke rêveberên fîrmayê jî dinavê de hatin.    
 
Li gorî agahiyan, karkerên çûn ofîsa fîrmayê, li vê derê rastî heqaretên muhendîzê projeya fîrmayê O.S. hatin. Ji ber ku karkeran bersiv dan heqaretê O.S. pevçûn derket. Polîsên hatin cihê bûyerê, karker binçav kirin û birin qereqolê. Karkerên îfade dan, hatin berdan û dîsan çûn ofîsa fîrmeyê. 
 
Di hevdîtina hat kirin de xwediyê fîrmayê, xwest 28 kerên perê wan hatin dayîn, carek din bên bixebitin. Karkerên perê wan nehatibû dayîn jî, birin qadek bêkes a ofîsê û nezê 50 kesên dinav de muhendisê projeya fîrmayê O.S. heyî karker êrîşî karkeran kirin.
3 karkerên di êrîşê de birîndar bûn, rakirin Nexweşxaneya Golbaşî ya Enqerê. Karkerê di êrîşê de birîndar bû Înan Keleş ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî.
 
KERKERÊ RASTÎ ÊRÎŞÊ HAT: EM KIRIN XEFIKÊ
 
Keleş, diyar kir ku ji serê xwe hat derpkirin û wiha axivî: “Rayedarên Înşaeta Fîdanlar û muhendisê projeya Fîrmayê O.S. gazî me kirin û gotin ‘Werin emê perê we bidin we.’ Ez, birayê min û 4 hevalên min ên perê xwe negirtibûn, em çûn cihê gazî me kiribûn. Dema em çûn wir, rêveberên fîrmayê û bi taybetî muhendisê projeye O.S. heqaret li me kirin. Dûre nêzî 50 kesên din jî hatin wir. Êrîşî me kirin. Nêzî 20 kesan êrîşî min kirin û ez hedef nîşandam. Em kirin xefikê. Dûre polîs hatin cihê bûyerê.” 
 
Keleş da zanîn ku ew li bendê bûn ku perê wan bidin wan, lê rastî derp û heqaretên rêveberiya fîrmayê hatin. 
 
O.S. NEXWEST BIAXIVE 
 
Li ser îdîayan me bi dehan car li ofîsa muhendîsê projeya fîrmayê O.S. geriya lê kesekê bersiv neda. Li ser vê yekê me li xwediyê Fîmaya Taşeron a KNL a li Înşaeta Fîdan kar girtiye Alper Kinali geriya. Me îdîayên karkeran ji Kinali re got û xwest O.S. bersiv bide. Alper Kinali piştî demek kurt li me geriya û got “O.S. got ku mijarekê ku derbarê wê de biaxivî tuneye.”