Karkerekê temen biçûk, dibin hezanê de ma

img

HATAY - Di hezana li qada kulandina înşaetekê ya Kirikhanê de, zarokê binavê Selamî Gurbuz ê li wir kar dikir, dibin hezanê de ma û birîndar bû. 

Li qada kulandina înşaeteke li taxa Mîmar Sînan a navçeya Kirikhan a Hatayê hezan rû da. Zarokê 15 salî Selamî Gurbuz ê li wir kar dikir dibin hezanê de ma. Gurbuz ê bi alîkariya kesên derdorê ji bin hezanê hat derxistin, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Kirikhanê. Hat diyar kirin ku dermankirina Gurbuz a li nexweşxanê dewam dike.