DÎSK-AR: Krîz encam polîtîkayên 16 salan e

img

STENBOL - Pisporê DÎSK-AR Denîz Beyazbûlût, diyar kir ku li Tirkiyeyê 6 mîlyon 310 hezar kes bêkarin û got: “Ev nîşaneya krîza aboriyê ye. Krîza aborî ya heyî encama polîtîkayên 16 sal ên desthilatdariya AKP’ê ye.”  

Li gorî danayên bêkarî yên meha Tîrmehê yên Desteya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK), li tevahiya Tirkiyeyê di meha Tîrmehê de, li gorî sala çûyî 3 mîlyon 531 hezar kes zêde bû. Li gorî danayên bêkarî yên TUÎK'ê ji sedî 10,8 bêkarî zêdetir bû. Li gorî rapora Daîreya Lêkolîna Konfederasyona Sendîkaya Kar a Şoreşgerên Tirkiyeyê, hejmara rast a bêkaran 6 mîlyon 310 hezar e. Li gorî vê danayên TUÎK'ê pir kêm dimîn in. Di nava salekê de hejmara karkerên fermî yên bê kar dimînin 558 hezare û di meha dawî de ev hejmar 381 hezar zêdetir kir.
 
‘BÊKARÊ NÎŞANEYA KRÎZÊ YE’
 
Pisporê DÎSK-AR Denîzi Beyazbûlût, diyar kir ku danayên TUÎK’ê pir kêmin û wiha axivî: “TUÎK’ê bi awayekê berfireh nirxandin nekiriye. Ji ber vê rapora amade kiribûn ji rastiyê dûre. Dîsan jî li gorî danayên TUÎK’ê hejmara bêkariyê pir zêde bûye. TUÎK’ê rapora xwe ya meha Tîrmeha 2018’an a bêkariyê parvê kir. Ji sedî 10.8 bêkarî, tê wateya 3 mîlyon û nîvek kes bê kar bimînin. Hejmara Karkerên demsalî û karkerên êdî naxwazin li kar bigerin pir zêdeye. DÎSK-AR dinava van beşan de raporek amede kir. Li welat bêkariya zêde dibe, nîşaneya krîza aboriyê ye. Danayên TUIK’ê dispêrin, SGK û ÎŞKÛR’ê. Dema em rewşa karkerên fermî li ber çavan didgirin, wê demê em krîza aborî baştir dibînin. Di sala dawî de hejmara kesên bêkar ji sedî 558 hezar zêdetir bûn. Di salên dawî de ev hejmar a herî zêdeye.”
 
‘HEJMARA KARKERÊN JIN ÊN NE FERMÎ DIXEBITIN 371 HEZAR E’
 
Beyazbûlût, da zanîn ku herî zêde jin bi awayekê ne fermî dixetibin û wiha bilêv kir: “Ji 558 hezar karkerên ne fermî, 371 jê jinin. Ev hejmar bi me dide nîşandin ku jin dixwazin bikevin, bazara hêza kar û bixebitin. Êdî jin dixwazin di îstîhdamê de cih bigirin. Jin ji bo ku kar bibînin, herî zêde ÎŞKUR’ê tercîh dikin.”
 
‘KRÎZ ENCAMA POLÎTÎKAYÊN 16 SALAN E’
 
Beyazbûlût, destnîşan kir ku krîza aborî ya heyî encama polîtîkayên 16 sal ên desthilatdariya AKP’ê ne û wiha bilêv kir: “Bi hincetên cuda dixwazin li ser vê rewşê bigirin. Desthilatdariya AKP’ê sema krîza aborî bi rahîb Brunson ve girêdan û xwest ser bigirin. Tengavbûna piyaseya heza kar û heza kedê, encama zextên desthildariyê ye. Xizantiya heyî, encama polîtîkayên aborî yên 16 sal desthilatdariya AKP’ê ye. Her çiqasê krîzê red bikin jî, welatî ji vê krîzê bi bandor dibin. Ne diyare ev krîz dê çi demê bi dawî bibe. Lê wisan xuya dike ku dê demek dirêj bigire. Ji bo têkoşîna li dijî krîzê DÎSK’ê hin pêşniyar kirin. Pêşniyara destpêkê, zêdekirina maeşê asgarî ye. Divê polîtîkayên aborî yên civakî yên jin û ciwanan di qadên îstîhdamê bihêztir bikin, bên pêşxistin.”
 
MA / Elîf Çetîner