Di Herêma Serbest de karker çewisandin serbest e!

img

MÊRSÎN - Li Herêma Serbest a Mêrsînê, mafê karkeran çewisandin serbest e. Nûnerê Çukurova Dev Tekstîl Ahmet Sûbaşi, diyar kir  ku ji ber zextan ji mafên xwe bêpar dimînin û got: “Mafê karkeran tên binpêkirin û patron jî tên parastin. Karker ji tirsa ji kar bên avêtin, xwedî mafên xwe dernakevin.” 

Li Herêma Serbest a Mêrsînê ya weke cihê fîrmayên gelek nav û deng ên cîhanê tê zanîn, bi awayekê ne fermî karkeran didin xebitandin, bi pereyek kêm karkeran dide xebitindin, tu ewlekariya karkeran tuneye û karkeran pir zêde didin xebitinadin. Ji ber van sedama karker hîn zêdetir mexdûr dibin û mafê wan tê xwarin. Nûnerê Çukurova yê Sendîkaya Karkerên Tekstîlê ya Şoreşger (Dev Tesktîl) Ahmet Sûbaşî, pirsgirêkên karkerên li Herêma Serbest a Mêrsînê dijîn vegot. 
 
‘TU KONTROL TUNEYE’
 
Sûbaşî, diyar kir ku li Herêma Serbest a Mêrsînê bi hezaran karker dixetibin û wiha axivî: “Li gorî Qanûna Kar û pêvanên Rêxistina Xebatên Navneteweyî (ILO) tevgerandin tuneye. Bi awayekê ne fermî karkeran didin xebitandin. Karkeran zêde didin karkirin. Di kontrola hefteya derbas bûyî hat kirin de, rewşa karkeran pir nebaş xuya dikir. Piştî kontrola Midûriyeta Gumrikê, gelek karkeran nexisitin herêma kar. Ji ber ku kartên ketina hûndir ên gelek karkeran tunebû. Sîgortaye gelek karkeran tuneye û weke qaçax tên xebitandin. Bi sedan karkerên ji Sûriyeyê hene. Di rewşeke wiha de divê Wezareta Kar bikeve dewrê. Karkerek bêsîgorta xebitandin sûce û cezayê vê heye. Ji ber ku ev rewş dewam dike, patron jî karkerên qacax dixebitînin. Rojên ku karker neyên kar patron pereyê wê rojê ji wan dibirê.” 
 
‘BI SEDAN PIRSGIRÊK HENE’
 
Sûbaşi, anî ziman ku bi sedan pirsgirêk hene û wiha got: “Maeşek kêm didin karkeran, xwarinên nexweş ji bo wan tên servîs kirin û pirsgirkên hatin û çûyînê dijîn. Dema karker dixwazin destûr bigirin, an destûrê nadin, an jî bi zorê didin û dema didin jî ji maeşê wan pere dibirin. Ewlekariya karkeran tuneye. Karker dibin zext û gefan de kar dikinm. Her ku diçe şert û mercên karkeran girantir dibe. Ji ber ku ditirsin bê kar bimînin, dengê xwe dernaxin.”
 
‘HERÎ ZÊDE JIN TÊN HEDEFGIRTIN’
 
Sûbaşi, destnîşan kir ku li herêmê herî zêde mafê jinan dibin zextan dene û wiha bilêv kir: “Dema em rewşa jinê ya dinava civakê de mêze dikin, herî zêde jin ji qewetê dikeve. Patron bi çavekê kêm li jinan mêze dike û vê yekê ji bo xwe dixin amûrê zextan. Karên herî giran bi jinan didin kirin û saetên xebatên wan zêdetir dikin. Patron beyî ku li rewşa jinan a malbatî mêze bikin, saetên wan ên kar zêde dikin. Mîna jinên ducanê bi awayekê pir rehet dikarin ji kar bavêjin. Ji bo biçin nexweşxanê û dermanên xwe bigirin jî tên astengkirin. Jinên ku zarokên wan heyî bi saetan didin xebitandin. Van hemûyan bi dîzî dikin.”
 
SÛRIYEYAN BI KARÊ ERZAN DIDIN XEBITANDIN’
 
Sûbaş, baş kişand ser rewaş karkerên Sûriyeyî jî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Patron bi taybetî bi karê erzan welatiyên ji Sûriyeyê didin xebitandin. Welatiyên ji ber şer koç kirin û mexdûr bûne, tên bi karanîn û rastî hemû binpêkirinên mafan tên. Herî zêde mafê karkerên Sûriyeyî tê xwarin. Bi erzanî tên xebitandin û ji necarî ew jî vê yekê qebûl dikin.” 
 
MA / Ergîn Çaglar