OSB a Rihayê: Pereyên ceyranê bi hesabê dolaran dixwazin

img
RIHA - Rêveberên Herêma Sanayiya Organîze ya  Rihayê (OSB), diyar kir şîrketa Dîcle EPSAŞ a di 5 mehan de ceyran ji dewletê stend û bi zema ji sedî 77 li da herêma sanayê, zorê li wan dike ku heqê ceyranê bi hesabê dolaran ji wan bistîne. 
 
Dîcle EPSAŞ ku ceyranê dide Herêma Sanayiyê ya Organize ya Rihayê, bi sedema 23 milyon tl deynê ceyranê nedaye, daxuyanî dabû ku îro ceyranê ji ser herêmê qut bike. Şîrketa Dicle EPSAŞ'ê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku rêveberiya Herema Saniya Organîze (OSB) 23 milyon lira deynê ceyranê nedaye û ji bo deynê xwe bide bi dehan caran hişyar kiriye û ji ber nikare deynê xwe bide dê ceyranê ji ser wan qut bike. Şirketê anîbû ziman ku ger ceyran nede dê di 17'ê Îlona 2018'an (îro) ceyranê qut bike. Têkildarî daxuyaniya EPSAŞ'ê Rêveberên Herêma Sanayiya Organîze ya  Rihayê (OSB), daxuyaniya niviskî da. OBS'ê diyar kir şîrketa Dîcle EPSAŞ a di 5 mehan de ceyran ji dewletê stend û bi zema ji sedî 77 li da herêma sanayê, zorê li wan dike ku heqê ceyranê bi hesabê dolaran ji wan bistîne.