Çerkezoglu: Serokomar dikare mudaxaleyî heqê herî kêm bike

img
STENBOL - Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku piştî Lijneya Venêrtina Dewletê (DDK) Komîsyona Tespîta Heqê Herî Kêm bi Serokomariyê ve hat girêdan, êdî Serokomarî dikare mudaxaleyî heqê herî kêm bike. 
 
Piştî hilbijartina 24'ê Heziranê di bin navê Pergala Hikûmetê ya Serokomariyê de raste rast pergala Serokdewletiyê ket meriyetê. Bi vê yekê gav bi gav serokdewletî zagonên xwe dixe meriyetê. Di 10'ê Tîrmehê de bi Biryarnameya Serokomariyê ya Hêjmar 1 (CBK) Komîsyona  Tespîta Heqê Herî kêm bi temamî ket bin kontrola Serokomariyê. Herî dawî piştî di 15'ê Tîrmehê de CBK ya bi Hêjmar 5 hat weşandin Lijneya Venêrtina Dewletê (DDK) jî bi Serokomariyê ve hat giêdan û Serokomar dê karibe raste rast mudaxaleya gelek tiştan bike. Bi van guhertinan erk û rola saziyên sivîl û rêxistinên civakî hat kêmkirin. 
 
Têkildarî mijarê Seroka Giştî ya DİSK'ê Arzu Çerkezoglu, bal kişand ser pêşeroja karker û kedkaran. Çerkezoglu, anî ziman ku dewlet bi vê yekê dixwaze dewletê ji nûve ava bike û wiha got: "Piştî 24'ê Hezîranê serdemek nû dest pê dike. Di pêvajoya OHAL'ê de me dît ku ev pergal kêrî kê tê û kêrî kê nayê. Bi vê pergalê dixwazin dewletê ji nûve saz bikin. Her tiştî bi Serokomariyê ve girê didin. Bi vê pêvajoyê erk û rola rêxistinên demokrasiyê namîne. 
Di vê tabloya nû de yek bi yek wezîr hene. Lê lijneya wezîran tune. Vîna hikûmetê tune ye. Vîna pergala Parlamenteriyê bi temamî ji holê rabû. Wezîr bi temamî bi Serokomar ve girêdayî ne. Em dibînin ku xwediyê dibistana taybet bûye Wezîrê Perwerdehiyê û xwediyê nexweşxaneya taybet bûye Wezîrê Tenduristiyê. Hemû kesên nêzî Serokomar tev bûne wezîrê herî nêzîkî wî."  
 
 
Çerkezoglu, anî ziman ku dema li erk û rola wezîran û wezîran dinerin dibînin ku wezîr dê li gorî daxwaz û berjewendiyên rejîma sermayeyê tev bigerin. Wezîr dê di xizmeta sermayedaran de bin. Rejîma OHAL'ê li şûna kedkar, karker û gelan, dê raste rast li gorî daxwaza sermayedaran tev bigerin. Ev pêvavajoya nû, dê terciha xwe li gorî perwerde, tenduristî, jingeha kedê, jin, ciwan û gelan pêş neke. Lê li gorî daxwazên sermayedaran biryarê bistînin. 
Di nava 15 dojan de ev encam xuya dike. 
 
DI MILÊ HIQUQÎ DE PÊVAJOYA 12'Ê ÎLONÊ DÎSA VEDIGERE 
 
Çerkezoglu, anî ziman ku bi taybetî piştî DDK ket kontrola Serokomariyê êdî dê her tişt girêdayî Serokomar be. Hemû sazî dê girêdayî serokomar bin. Li şûna ku DDK serbixwe tevbigere, sendika û rêxistinên demokratîk dê nikaribin mudaxale bikin. Dê raste rast têkeve kontrola Serokomar. Ev guhertin di milê hiqûqê de serdema darbeya 12'ê ÎLonê derbas dike. Ev guhertin, li dijî Qanûna Bingehin û Peymanên Navneteweyî ku Tirkiye îmze avêtiye. Li gori peymana Rêwistinên Xebatê yên Navneteweyî (ILO) rêxistinên sendîkayî di bin ewlehiyê dene. Ev guhertin raste rast li diji xala 87'an a peymana ÎLO ye. Ev guhertin li djî hiqûqê ye. 
 
NE TENÊ SENDÎKA HEMÛ CIVAKÊ ELEQEDER DIKE
 
Çerkezoglu, da zanîn ku ev guhertin ne tenê sendîka, hemû beşên civakê eleqeder dike. Êdî ev sazî bûne wekî buroyên Serokomariyê. Dewirkirina DDK'ê ya Serokomar dê keyfiyetêzêde bike. Dê êdî kontrol tev têkeve deste Serokmora û saziyên civakî û rêxistinen demokratîk dê nikaribin kontrol bikin. Tirkiye di qada betaliyê de di nava welatên cihanê de welatê herî ku betalî zêde ye. Dolar roj biroj zêde dibe. Diyarkirina heqê herî kêm dê êdî pir krîtîk be. Divê hemû kesên ku bi keda xwe debarê dike eleqeder bike. Venêrtin û biryara vê yekê bi Serokomariyê ve bê girêdan nayê qebûlkirin. 
 
EM DÊ BI HEVRÊ TÊKOŞÎNÊ BIDOMÎNIN
 
Çerkezoglu, herî dawî anî ziman ku ew vê pergalê qebûl nakin û dê li dijî vê pergala rejîma nû têkoşîna xwe ji her demêbêtir bilintir bikin. Em wekî DÎSK'ê heta niha me li dijî vê yekê têkoşiya. Em dê ji niha û şûnde jî li dijî pergalên dijdemokratîk milê xwe bidin hev û têkoşîna xwe berhdewam bikin. Em wekî DİSK'e dê tevî hemû endam û rêveberên xwe têkoşîna xwe bilind bikin. " 
 
MA / Necla Demir