Ji ber maddeya sifir biha dibe karê sifirkeriyê jî xelas dibe

img

DÎLOK - Li Dîlokê ji ber maddeyê sifir biha dibe, karê sifirkeriyê jî ber bi tunebûnê ve diçe. Esnafên ku sifirkeriyê dikin, diyar kirin ku sifir biha distînin û berhemên ku dineqişînin û teşe dikin nayê firatin û di destê wan de dimîne. 

Karê sifirkeriyê herî zêde li Dîlokê tê kirin. Herî zêde esnafên sifir ku karê sifirkeriyê dikin li Dîlokê ne. Lê di mehên dawî de ji ber berhem û çavkaniya sifir zêde dibe, sifirker nikarin sifir bistînin. Esnafên ku sifir distînin û sifir bi teşe dikin û dikin amûrê neqşê û xwarinê jî ji ber buha ye nayê firotin û di destê wan de dimîne. Serokê Odeya Sifirker û Sedefvanan a Dîlokê Celal Açik, diyar kir ku esnaf di rewşek xerab dene û xwest rayedar li hemberî vê yekê hestiyar tev bigerin. Celal Açik, anî ziman ku her dolar û euro buha dibe maddeya sifir jî zêde dibe û êdî j ber buhabûna sifir, sifirker dest ji vî karî berdidin.
 
JI SEDÎ 40 ZEM BÛ 
 
Açik, da zanîn ku her dolar û euro buha dibe sifir jî buha dibe û zêdebûna dowîz bandorê li ser buhayê sifir dike. Açik, bilêv kir ku maddeyê xam ji sedî 40 zêde bû û wiha got: "Kîloya sifir ji 27 lîra derket 42 lireyî. Hem kesên hilberiner û hem kesên serfxwir zêde dikevin bin bandora neyînî. 
 
Açik, da zanîn ku esnafên sifirkeriyê dikin bi taybetî di demsala turîzmê de kar dikin û wiha bi dawî kir: "Berhemê ku qîmeta wî bi 6 tl be bûye 10 tl. Çaydanê siefir ku buhayê wî 60 tl ye gihiştiye 100 tl yî. Dema wisa dibe zêde nayê firotin. Ji sedî 90 esnafên biçûk in. Ji ber maddeya xam a sifir zêde dibe esnaf zerar dike û neçar dimînin ku dikanên xwe bigirin.