Karkerên avdaniyê heqê keda xwe nastînin

img
AMED – Ji bo avdaniya zeviyan li gelek deveran bi pêşxistina teknîkê re amûrên nû ketiye meriyetê. Li hin herêman jî bi pergala berê avdanî tê kirin. Li Farqînê karkerên avdaniyê ku zeviyên garis av didin, diyar kirin ku ew heqdestê keda xwe nastînin. 
 
Li herêmê ji karkerên zeviyan av didin re “sucu” tê gotin. Ev karker li gel avdaniyê karê gubre, dermankirina zad û cot dikin. Ev karker ji cotkirinê heta çinîna garis hemû karên nav zeviyan dikin. Karkerên zeviyan diyar dikin karê wan zehmet e û tu ewlehiya wan tenduristiyê ango sîgorta wan nîne.  Şêyhmus Gezmez (40) yê li Stenbolê nikaribû debara xwe bike vegeriya gundê Koca yê girêdayî Êlihê û bi avdaniya zeviyên garis debara xw dike. Gezmez anî ziman ku di 2003’an bi boneya li herêmê karê cotkariyê xelas bû neçar ma koçî Stenbolê bike û li gel ew li Stenbolê di karên cuda de xebitî jî lê nikaribû debara xwe bike û di 2013’an de carek din vegeriya gundê xwe. Gezmez da zanîn ku feqîrî bandorek neyînî li ser wan dike û got: “Karê me zor e, lê ji bo em hewceyî kesî nebin dixebitin. Em bi xwêdana eniya xwe pereyê xwe qezenc dikin.” 
 
‘KARÊ ME ZEHMET E’ 
 
Gezmez got bi du birayên xwe re 700 donim erd av didin û her birayek nêzî 15 hezar lîre qezenc dike. Gezmez diyar kir ku nêzî du meh û nîv avdaniyê dikin û heke bi baldarî avdanî neyê kirin dibe sedama kêmbûna xêr û bera garis. Gezmez destnîşan kir ku ji bo avdaniya zeviyan ew saet di 04.00’an de şiyar dibin û ji ber germahiya zêde xebitîna li nav zeviyan zehmet e û wan gelek diwestîne. 
 
'EZ DITIRSIM DÊ DÎSA KOÇBERÎ DESTPÊ BIKE’ 
 
Gezmez anî ziman ku tu ewlehiya wan a tenduristiyê (sîgorta) nîne û got: “Bi rastî jî bêkarî heye. Gelek ciwanên me hene. Lê hemû bêkar in. Ez ji halê xwe ne memnûnim, lê ka em çibikin. Ez bi zorê debara xwe dikim, lê tiştek din ku em bikin nîne. Siberoja me jî bi xetere ye. Rewşa cotkaran jî ne baş e. Heke wisa biçe dê cotkarî biqede. Ev yek wê bandorek neyînî li ser me jî bike. Ez ditirsim gelo cotkarî xelas bibe, dê carek din koçberî destpê bike? Em ê vê carê biçin ku.” 
 
Gezmez got ew heqdestê keda xwe nastînin û di astek bin feqîriyê de dijîn û ji bon emirin li ber xwe didin.