Rêjeya bêkariyê ji sedî 9,6

img
ENQERE - Li gorî daneyên TUÎK’ê di meha Nîsanê de rêjeya bêkariyê ji sedî 9,6 derbas kir. Li gorî vê yekê li Tirkiyeyê, 3 mîlyon û 86 hezar bêkar mane. 
 
Desteya Îstatîstîk a Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên hêza kar a meha Nîsanê ji raya giştî re eşkere kir. Li gorî daneyan, di tevahiya Tirkiyeyê de, hejmara bêkarên 15 salî û ji 15 salî mezintir, di Nîsan 2018’an de li gorî sala borî, nêzî 201 hezar kes kêm bûn û hejmara bêkariyê bû 3 mîlyon û 86 hezar. Rêjeya bêkariyê 0,9 puan kêm bû û gehişt asta ji sedî 9,6. Rêjeya bêkariya nifûsa ciwan jî (15 û 20 salî) 2,9 puan kêm bû û gehişt asta ji sedî 16,9. Di koma temanên 15 û 54 salî de jî rêje 0,9 puan kêm bû û gehişt asta ji sedî 9,8.
 
RÊJEYA ÎSTÎHDAMÊ BÛ JI SEDÎ 47,9
 
Di serdema Nîsana 2018’an de hejmara rêjeya îstîhdamê, li gorî sala bûrî 852 hezar kes zêde bûn û ev hejmar bû 29 mîlyon û 9 hezar kes. Rêzeya îstîhdanêmê jî 0,7 puan zêde bû û bû ji sedî 47,9.
 
Di vê serdemê de hejmara xebatkarên di sektora çotkariyê de, nêzî 15 hezar kes kêmbûn û nêzî 868 hezar kes jî, di sektorên ji derveyî cotkariyê de dixebitin zêde bûn. Ji sedî 18,3 çotkarî, ji sedî 19,5 sanayî, ji sedî 7,4 înşaet û ji sedî 54,8 di xizmeta sektorê de, îstîhdama wan tê kirin. Para dinava îstîhdama sektora çotkariyê de, li gorî sala bûrî 0,6 puan û para di sektora înşaetê de 0,4 puan kêm bûn.  Di para sektora sanayî de 0,4 puan û di para sektora xizmetê de jî 0,5 puan zêde bûn. 
 
Li gorî sala bûrî di serdema Nîsana 2018’an de,di hêza kar de 651 hezar kes zêde bûn, 32 milyon û 95 hezar kes jî, beşdarbûna wan a hêza kar 0,3 puan zêde kir û bû ji sedî 53. Li gorî qiyasa her du serdeman; Rêjeya tevlîbûna hêza kar a zilan 0,1 puan zêde bû û bû ji sedî 72,2. Di tevlîbûna jinan de jî 0,6 puan zêde bû û bi ji sedî 34.