Firmaya taşaron jî tev li greva karkeran bû

img
STENBOL - Karkerên di înşaeta Wargeha Esenyûrt a Zanîngeha Beykentê de dixebitin, ji ber heqdestê xwe nastînin dest bi grevê kirine. Piştî karkeran dest bi çalakiyê kir fîrmaya taşeron jî tev li çalakiya grevê bûn. Rayedarê fîrmaya taşeron, diyar kir ku bi mehan e ji fîrmaya sereke pere nedane û ji ber vê yekê nikare pereyên karkeran bide wan. 
 
Li Hadimkoyê yê Navçeya Arnavutkoyê ya Stenbolê karkerên ku sala par dest bi înşaeta avahiya Wargeha Esenyurt a Zanîngeha Beykentê kirin, 4 mehin nikarin heqê mehaneya xwe bistinin. Karkerên ku 4 mehin heqdestê xwe nastînin bi rojan in dest bi grevê kirine. Fîrmaya taşeron a navbênkariyê dike jî tev li çalakiya karkeran bû. Nûnerên firmaya taşeron diyar kirin ku fîrmaya sereke ya Şîrketa Arel Peyzaj a Mîmariyê ku karê Zanîngeha Beykentê daye ser milê xwe pere nade û ji ber vê yekê ew jî nikare pereyên karkeran bidin. Firmaya taşeron ku navbênkariyê dike jî tevli çalakiya karkeran a grevê bû. 
 
Berpirsiyarê fîrmaya înşaetê ya Eroglu Ercan Sancak, diyar kir ku nêzî salekê ye 300 karkeran di înşaeta zanîngehê de dide xebitandin û wiha got: "Me wekî fîrmaya taşeronê hin karên navberê dane ser milê xwe. Salek e em karkeran li vir didin xebitandin. Em li Wargeha Esenyurt a Zanîngeha Beykentê 4 mehin nikarin heqê karkeran bidin wan. 4 mehin me karker mexdûr kirine. Ji bo em karkeran mexdûr nekin em ji bêrîka xwe heqê karkeran didin. Lê êdî pereyê me jî qediya. Gelek karkerên me ji dervê bajar hatine. Karkerên ji derve hatine neçar mane ku destvala vegerin malên xwe. Em li hemberî karkeran fedîkar derketin. Piştî me serî li hemû rêbazan dan, em neçar man ku tevî karkeran tev li çalakiyê bibin. Me jî tevî karkeran li baxçeyê zanîngehê dest bi grevê kiriye. Berxwedana me ya mafdar heta erênî bi encam bibe dê bidome." 
 
‘EM LI KOLANAN RAZAN
 
Karkerê înşaetê Recep Oruç jî tevî 2 kurên xwe ji Zonguldakê hatiye li vir kar dike. Oruç, diyar kir ku salek e di înşaetê de kar dike û wiha got: "Fîrmaya taşeron ku kar daye me hemû derfetên xwe bikar anî. Lê piştî tiştê bike nema wan jî li gel me dest bi çalakiyê kir. Lê deng ji berpirsiyarê esasî nayê. Me li vir dest bi çalakiyê kiriye, lê ne xema wan e. Ji bo em karê xwe di wextê wê de xelas bikin em bi şev û roj xebitîn. Lê em nikarin heqê xwe bistînin. Em li konteyniran razan. Em li kolanê razan. Çawa dime ku Zanîngeha Beykentê ya mezin nikare heqê karkeran bide. Ev mafê me yê mirovî ye. Heta ku em heqê xwe bistînin em dê çalakiya xwe berdewam bikin. 
 
'EM DI NAVA DEYNAN DE DIJÎN EW LI KEYFA XWE DINERIN'
 
Karkerê înşaetê Ferhat Sancak jî diyar kir ku ji bo ew debara 5 zarokên xwe bike hatiye li vir kar dike û wiha got: "Salek e ez di înşaeta vê kampusê de kar dikim. Ji bo em kar zû xelas bikin em bi şev û roj xebitîn. Lê me kar xelas kir hêj heqê me nedane me. Ji bo em kesî mexdur nekin me karê xwe di wextê wê de xelas kir. Salek e li vir kar dikim. Ji ber heqê me nedan me, me di cejnê de pere neşandin ji zarokên xwe. Em di şert û mercên xerab de xebitîn, lê em nikarin heqê xwe bistînin. Bi sedan karker heqê ked û xwîdana xwe dixwazin. Em di nava deynan de dijîn ew li keyfa xwe dinerin. Ew dixwazin me bi birçîbûnê terbiye bikim. Lê nikarin hêza me bişkînin û em dê li ber xwe bidin. 
 
Karker Kenan Çarboga jî anî ziman ku ji ber heqê xwe nastînin nikarin kîraya xaniyê xwe bidin û mexdûr bûne û wiha got: "Zanîngeha ku neqê karkeran nede dê çawa xwendekaran perwerde bike. Em di şert û mercên herî xerab de xebitîn. Lê em niha heqê xwe nastînin. Ev kedxwarî ye. 
 
Ciwanê 19 salî Umut Oruç jî anî ziman ku ewil heqê wan perçe perçe dan wan û niha qet heqê wan nadin wan û wiha got: "Bi sedan karker bêyî heqê xwe bistînin vegeriyan malê. Diviya bû ez bixwînim, lê ji ber pere tune ez li vir kar dikim û nikarim heqê xwe jî bistînim. Ev qet nayê qebûlkirin. 
 
Fikriye Çakir ku xwarinê ji karkeran re çê dike jî diyar kir ku ji ber heqê keda wê nadin wê nikare pereyê krêdiyê xwe bide û wiha got: “2 mehin heqê min nadin min. Ez êdî nikarim nan bibim malê. Karkerên ji xurbetê hatine, qurişek pere jî di bêrîka wan de tune. Em xwe bi xwe piştgiriyê didin hev. Ji ber heqê min nadin min 2 mehin nikarin deynê karta krêdîyê bidim. Ev dibe faîz û li ser min zêde dibe. Ji bo em bijîn em kar dikin. Lê heqê me nadin me. Em biçin diziyê bikin çi bikin?" 
 
Karker bi pankart û dowîzan çalakiya xwe li baxçeyê kampusê berdewam dikin. 
 
MA / Elif Çetiner