TUÎK’ê dîsa rêjeya enflasyonê kêm nîşan da

img

ENQERE - TUÎK’ê rêjeya enflasyonê ya meha Mijdarê weke ji sedî 31,07 û ENAG’ê jî weke ji sedî 58,62 aşkera kir. 

Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK), daneyên enflasyonê yên meha Mijdarê aşkera kir. Li gorî vê; Îndeksa Bihayê Mezêxer (TUFE) ji sedî 0,87 û ya salane jî ji sedî 31,07 zêde bû. 
 
Li gorî daneyên ENAG’ê jî rêjeya enflasyonê ya meha Mijdarê ji sedî 2,13 zêde bû û ya salane jî ji sedî 58,62 zêde bû.