ESKÎŞEHÎR - Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagoz ku şewata li navçeya Seyitgaziyê lêkolîn kir, diyar kir ku Tolûnay Kocaman ku 45 roj berê dest bi kar kiriye, bêyî ku perwerdehiya ewlehiya kar bibîne, şandine cihê şewatê.
Dema ku agirê li nêzî taxên Buyukyayla û Fethiye yên navçeya Seyitgaziyê ya Eskîşehîrê derketin dihatin sarkirin, tîm ji nişka ve di nava agir de man. 10 kes, di nav de pênc karkerên daristanê û pênc jî dilxwazên AKÛT'ê, jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn. Şandeyek ji Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Cemaweriyê (KESK) di 24'ê Tîrmehê de li herêma şewatê lêkolîn kirin. Di nav şandeyê de Hevserokê Giştî yê KESK'ê Ahmet Karagiz û serokên sendîkayên girêdayî KESK'ê hebûn.
Ahmet Karagoz piştî lêkolînan nirxandin kir.
Karagoz got: "Me sersaxî da gundê Tolunay Kocaman ku di şewata daristanê de jiyana xwe ji dest da. Piştî dîtina mala Tolunay Kocaman, me careke din dît ku mirin her tim feqîran dikuje. Me dît ku karesatên xwezayî yên li welêt bi destê desthulatê vediguherin karesatan. Li Ewropa û Amerîkayê, lehî nabin sedema mirinan, lê şewatên daristanan çêdibin, lê ew tavilê tên kontrolkirin û vemirandin. Kesek jî namire. Lê bi deh hezaran mirovên me ji ber polîtîkayên îmarê, rantxurî û talanê yên desthilatdariya siyasî jiyana xwe ji dest didin."
Karagoz destnîşan kir ku mudaxileya destpêkê ya li agir ji hêla personelên "pispor" ve nehatiye kirin û parve kir ku Tolunay Kocaman, 45 roj berî şewatê dest bi kar kiriye, bêyî ku perwerdehiya ewlehiya kar werbigire ew şandine cihê bûyerê. Karagoz got: "Encamên vê yekê bê guman mirin e. Soza me ya 'em ê ji zarokên xwe re pêşerojeke birûmet û welatekî xweşik û jiyanbar bihêlin', lê mixabin, em nikarin ji zarokên xwe re welatekî jiyanbar bihêlin."
Karagoz bilêv kir ku di heyama ku şewat didomin de bi qanûnekê daristan, mêrg û zeytûngeh ji şîrketin pirneteweyî re hatine pêşkêşkirin.
Karagoz bilêv kir ku şewatên li welêt nayên tefandin û got ku ji ber ku qadeke ku bê şewitandine nemaye, agir xwe bi xwe ditefin. Karagoz got ku tu armanceke desthilata siyasî ya ku xwezayê û nirxên dîrokî biparêze tune ye.