ENAG: Enflasyon derket ji sedî 73.88’ê
TUÎK: Enflasyon derket ji sedî 48.73’yê

img

ENQERE - Li gorî daneyên enflasyonê yên ENAG’ê di meha Nîsanê de enflasyon ji sedî 4.46 zêde bû û enflasyona salane jî derket ji sedî 73.88'ê. TUÎK’ê jî got ku di meha Nîsanê de ji sedî 3 zêde bûye û ya salane jî ji sedî 48.73 ye. 

Koma Lêkolînkirina Enflasyonê (ENAG) daneyên enflasyonê yên meha Nîsanê aşkera kir. ENAG’ê, ragihand ku di meha Nîsanê de enflasyon ji sedî 4.46 zêde bûye û enflasyona salane jî derketiye ji sedî 73.88'ê. 
 
DANEYÊN TUÎKÊ
 
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî daneyên enflasyonê yên meha Nîsanê aşkera kir. TUÎK’ê diyar kir ku di Nîsanê de enflasyon li gorî mehek berê ji sedî 3.00 û li gorî heman meha sala par jî ji sedî 37.86 zêde bûye. TUÎK’ê enflasyona salane jî weke ji sedî 48.73 ragihand.