Karkerên malan dixwazin peymana ÎLO’yê bê îmzekirin

img
STENBOL - Karkerên malan ên bi xetereyên weke qeza, birîndarbûn û mirinê re rûbirû dimînin, dixwazin ku Tirkiye Peymana Kar a Hêjayî Mirovan a Karkerên Malan îmze bike. 
 
Karkerên malan, di malên ji bo paqijiyê diçin de bi xetereyên ketina ji şaneşînê û gelek xeteriyan din re rûbirû dimînin. Tevî vê yekê jî neçar in ku bêyî temînata civakî bixebitin. Karkerên malan dixwazin dixwazin Tirkiye “Peymana Kar a Hêjayî Mirovan a Karkerên Malan” a hejmar 189 a Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) îmze bike. Sendîkaya Karkerên Malan a Îmeceyê xwest ku pênaseya karkerên malan were kirin, şert û mercên ewlehiya kar werin pêkanîn, pereyên tên dayîn werin başkirin, prîmên temînatê ji hêla dewletê ve werin razandin. 
 
4 SAL BÊYÎ TEMÎNAT XEBITÎ
 
Endama sendîkayê Zeynep Ayvalitaş qala pirsgirêkên ku dijî û daxwazên xwe kir. Ayvalitaş anî ziman ku dema hevjînê wê bêyî kar maye, ew bi pêşniyare hevalekî xwe dest bi xebata malê kiriye, neçar maye ku vê yekê bidomîne û ev tişt gotin: “Hevjînê min dît ku ez pereyan tînim li malê, dest ji razana li malê berneda. Piştre nasekî min ji min re got ‘Heke tu li şûna rojane, mehane bixebitî, dê temînata te jî hebe’ û min li malekê bi cih kir. Ez li wê derê 4 salan bi heman mûçeyê xebitîm. Dema ku min ji wan re got mûçeya min zêde bikin, wan jî bi gotina ‘Te pereyê me diziye’ bêbextiyê li min kirin. Bi ser vê yekê min jî wiha got, ‘Tiştekî wisa nîn e, bang li polîs bikin, kacar çiqas pereyê we hatiye dizîn, min çi kiriye? Heke min tiştekî wisa kiribe we çawa min 4 salan li mala xwe de hewand’. Piştre min dest ji kar berda. Ez hatim li malê û min spazma dil derbas kir. Dema ez çûm li nexwaşxaneyê jî min dît ku temînata min qet nerazandine. Min jî digot temînata min tê razandin. Nebêje ez 4 salan ez bêyî temînat xebitîme.” 
 
XETEREYÊN KU RÛ BI RÛ DIMÎNIN
 
Ayvalitaş da zanîn ku karê malê jî bi qasî karê înşeatê zehmet e û axaftina xwe wiha domand: “Mînak karkerê înşeatê ji înşeatê dikeve û berasteng dibe anî jî tiştên cuda tên li serê wan. Karkerên malan jî ji  paceyê dikevin. Rojên derbasbûyî de hevalekî me ji paceyê ket û jiyana xwe ji dest da. Mînak dema ku min li malekî paqijî dikir, paceya kabîna hemamê teqiya, parçeyên camê milê min wiha perçe perçe kir. Min bi wê xwînê birîna xwe pêça, paqijiya xwe temam kir û bi wî awayî çûm li mala xwe. Ji ber te wekî karkerekî nabînin, tu qîmeta karkeriya malan nîn e. Tu li wê derê derê kesekî ku pîsiya wan paqij dikî yî, ne mirovek î. Tu tenê wekî dahbeyekî paqijiya pîsiya wan dikî yî, wekî gêzik î.”
 
Ayvalitaş wiha behsa serpêhatiyekî xwe ya din kir: “Min li malekî utu dikir, û du gomlek xelas kirin. Dema min gomlekê sêyemîn utu dikir, utu şewitî û xanî jî dumanê reş bû. Min nezanî dê çi bikim, bi darê zorê min fîş jê kişand. Jina ku ji bo paqijiyê bang li min kiribû, hema min temaşe kir û ser vê yekê jî ji min re got, ‘Te çi kir’? Bi zanebûn nebû, dibe ku mi li wir jiyana xwe jî ji dest daba an jî dibe ku utu biteqiya. Anku zehmetiyên kar ev in. Ji hêla dewletê ve temînat nîn e, pênaseya kar nîn e, heke tû bêyî kar bimînî tu temînata te nîn e.” 
 
DAXWAZA KARKERÊN MALAN
 
Ayvalitaş xwest ku karkerên malan wekî “karker” werin pênasekirin, têkildarî vê yekê sererastkirin werin kirin, temînat ji hêla dewletê ve were razandin û axaftina xwe wiha domand: “Em diçin malan û dixwazin temînata me ya kar hebe. Bila pênaseyekî karê me hebe. Tu aşpêj î, paqijker î, utuvan î, lênêrînê zarokan î nediyar e. An jî lênêrînê ajalan? Li malan ajal jî hene, dibêjin ‘Tu dê li wê/î jî binêrî. Tu dê ajal bigerînî, xîzê ajal biguherînî. Anku dê her tiştekî bikî. Wekî paspasekî, wekî mekîneya ceyranê nêzîkî te dibin. Mînak nabêje karkera min hat, ji me karkerên malan re dibêjin jin hat. Nexwe tu karsaz î, ez jî karkerê te me.”
 
‘36 WELAT ÎMZE KIRIN LÊ TIRKIYE ÎMZE NAKE’
 
Ayvalitaş diyar kir ku ew ji bo daxwazên wan werin qebûlkirin Sendîkaya Karkerên Malan a Îmeceyê ava kirine û da zanîn ku hejmara jinên bûne endamên sendîkayê kêm in û wiha pê de çû: “Çawa ku hevjînê te dema karekî dike ji te napirse, tu jî ne neçar î ku jê bipirsî. Divê tu bi xwe mafên xwe û paşeroja xwe bifikirî. Hevjînê min tu carî mafên min nefikirî, lêda çû û ez bi du zarokên xwe re mam. Lewma me jî ji bo jin xwe bihêz hîs bikin, em li wan bidin hîskirin ku ne bi tenê ne, sendîkaya xwe ava kir. Xebatên me gelek xweş derbas dibin. Em hewl didin ku daxwazên xwe li Meclisê jî bînin ziman. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê ya berê Serpîl Kemalbay sala par gelek caran anî ziman. Lê belê ji ber pergala baviksalar a li Tirkiyeyê serwer e, naxwazin karkerên malan wekî karker werin pênaserkirin. Dîsa qanûna hejmar 189 a ILO ya ji hêla 36 welatan hatiye îmzekirin lê belê li welatê me nayê îmzekirin. Peymana Stenbolê jî ji ber aligiriya jinê dikir betal kirin. Em ne tenê ji bo keda jinên li malên ku diçin paqijiyê, ji bo keda di mala xwe de didin were dîtin jî têdikoşin. Bila dewlet şansekî bide wan jî, temînata wan çêbike.”
 
‘JIN BI HEV RE BIHÊZ IN’
 
Ayvalitaş xwest jin xwe bi ser piyan bigirin, tenê hîs nekin û wiha derbirî: “Heke xwe tenê hîs bikin, bila bên di bin banê sendîkaya me de bibin yek. Li Tirkiyeyê gelek rêxistinên jinan hene, heke neyên sendîkaya me bila biçin rêxistinên jinan ên din. Bila tu caran xwe nedin çewisandin. Jin bi hev re bihêz in.” 
 
MA / Omer Îbrahîmoglû