‘Aqûbeta Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê girêdayî têkoşînê ye’

img
WAN - Hevserokê Şaxa Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay diyar kir ku di encama têkoşîna wan de hevdîtinên Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê hatine taloqkirin û wiha got: “Dê di cotmehê de ev qanûn dîsa bê nîqaşkirin. Hewceye hem perwerdekar li dijî vê rabin ser pêyan.” 
 
Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê tevî bertekên kedkarên perwerdeyê û nîqaşên di qada cemaweriyê de jî di 5’ê tîrmehê de hate qetbûlkirin û kete rojeva Meclisê. Hevdîtinên vê qanûnê taloqî cotmehê hatin kirin. Beşa yekemîn a pêşnûmeqanûnê ku ji 22 xalan pêk tê hate qebûlkirin û hevdîtinên têkildarî beşa duyemîn jî hiştin bo piştî betlaneya havînê. 
 
Qanûna Pîşeyî ya Mamostetiyê weke 12 xalan di sala 2022’yan de di Rojnameya Fermî de hate weşandin lê hinek xalên wê j hêla Dadgeha Destûra Bingehîn ve hatin betalkirin. Pêşnûmeqanûn jinûve hate amadekirin û ji 39 xalan pêk tê. Perwerdekar jî bi hinceta ku pîşeya mamostetiyê bênirx dike, gefê li temînata kar a mamosteyan dixwe, dê li ser Akademiyên Perwerdeyê kadroyên AKP’ê bên gihandin, rêgeza ji bo heman karî heman heqdest ji holê radike, mafên kesîdeyî qels dike, cihêkarî û newekheviyê zêdetir dike, mafên kedkarên perwerdeyê ji holê radike û hwd. li dijî vê qanûnê derdikevin. 
 
Li dijî pêşnûmeqanûnê, li Enqere û gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û ev çalakî heta hevdîtinên li Meclisê hatin taloqkirin jî domiyan. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Wanê Mûrat Atabay ku tev li çalakiya nobetê ya li Wan, Amed û Enqereyê bûbû, têkildarî pêşnûmeqanûnê axivî. 
 
‘NAVEROKA PERWERDEYÊ VALA DIKIN’
 
Atabay, anî ziman ku ji roja ketiye rojevê heta niha ew li dijî vê qanûnê derdikevin. Atabay, wiha domand: “Me serî li AYM’ê da û gelek xal hatin betalkirin. AKP’ê dîsa pêşnûmeyek amade kir û xist rojeva Meclisê. Daxwaza me ew e ku qanûneke bi awayekî eşkere naveroka pîşeyê vedibêje be. Lê armanc dikin ku kedkarên perwerdeyê yên li gorî îdeolojiya AKP’ê bigehînin. Ev 20 sal in AKP polîtîkayên ku naveroka perwerdeyê vala dike dimeşîne. Gavên pir cidî yên ji bo temînata kar a kedkaran ji holê radikin diavêjin. Darbeya 2016’an weke firsend dîtin û lêpirsîna ewlehiyê û mamostetiya bipeyman xistin meriyetê.” 
 
Atabay, destnîşan kir ku heke ev qanûn were qebûlkirin dê pîşeya mamostetiyê dabeşî beşên mamoste, mamosteyên pispor û serekmamoste bibin. Atabay, wiha pê de çû: “Qala akademiyê tê kirin. Ev dê li kîjan bajaran bin? Dê kî bên peywirdarkirin? Ma li zanîngehan tu tiştek nayê dayîn ku van dixin meriyetê? Bi vê qanûnê re hundirê zanîngehan vala dikin. Dê mamoste 5 salan bên perwerdekirin û piştî vê dê biryarê bidin bê ka dikare bixebite yan na. Têkildarî mamosteyên di sektora taybet de tu tiştek nîne. Ev qanûn dê temînata kar a kedkaran ji holê rake, naveroka zanîngehan vala bike û akademî dê weke amûra mobbîngê li ser civak û perwerdekaran bê bikaranîn.”
 
‘TÊKOŞÎNÊ HEVDÎTIN DA TALOQKIRIN’
 
Bi domdarî Atabay daxuyand ku ji bilî AKP-MHP’ê wan bi hemû partiyên din re têkildarî qanûnê hevdîtin kirine. Atabay, axaftina xwe wiha qedand: “Roja qanûn anîn Meclisê em bi sedan kes hatin pêşiya wezaretê. Me xwest bimeşin Meclisê. Lê polîsan nehiştin û heta êvarê em di dorpêçê de bûn. Qaşo dê rê li tundiya li dijî mamosteyan bigirin lê li wir wan bi xwe ew tundî kir. Bi dijminane êrişî me kirin, derb kirin û 11 hevalên me bi îşkenceyê binçav kirin. Roja piştre me bihîst ku hevdîtin hatine taloqkirin. Li gorî me ev taloqkirin encama têkoşîna perwerdekaran e. AKP hewl dide civakê bêzar bike. Li dijî civakê şer dane destpêkirin. Divê perwerdekar di cotmehê de li dijî vê qanûnê rabin ser pêyan. Em ji bo her çalakî û xwepêşandanan amade ne. Encama em bi dest dixin, girêdayî têkoşîna me ye. Em banga têkoşîna hevpar li hemû perwerdekaran dikin.”